Ji
me re maye ku em wê şi’îrê li xwe bikin “welat”…
Welatê
ku hey nalîyaye di bin postal û şûnpêyên kolonyal de û şa’îrê me ew wekî “birin
û kêmkirina ji qîmeta dêya me, yanî welat” bi lêv kiriye…
Welatê
ku di helbesta wî de her hebûye wek sînorê terîtoryal
Welatê
ku mirovên wî ji xwe re gotine, “Kî ne em!”
Welatê ku
bi vê pirsê bêtir hay li xwe bûye.
Şa’îrek
çendî dikare bibe şa’îr
Dilawer Zeraq
Heke
nav li te Cegerxwîn be; şi’îr û şa’îrî bi te û bi şi’îrên te re teqlên xweserî xwe
li xwe dabe; heke piştî te rengûawayê şi’îra kurmancî hew karîye kirasê xwe î
berê li xwe bike û hew karîye xwe bide paşperdeya form û dirûvê danandî ê klasîk;
û te şi’îra kurmancî ji “klasîkîya klasîk” bêrî û rizgar kiribe, helbet tu yê ‘bibî
Cegerxwîn’ û mohra xwe li dem û serdemeke bixî.
Ma
şa’îrî têr dike?
Na,
helbet şa’îrî tenê têr nake…
Erê,
divê tu wekî şa’îrekî li banên esmanan neyî daleqandin û di barûyên berzûbala
de neyî jibîrkirin û navê te li ser zimanên zengargirtî de her û her neyê
cûtin.
Erê,
divê tu bibî hozan, erê ha, divê tu bibî hozan!*
Tu
bibî hozan, da ku gelê te karibe di dîlan û şahîyan de, bêje, “niha jî, wê stranbêjên
me ji hozanê mezin Cegerxwîn helbestekê bixwînin.”
Na,
em ê bi vê pênasekirinê jî nexapin.
Helbet,
em ê bizanibin: Hozanê ku dê helbesta wî bê xwendin, şa’îrek e; ne gelê wî, lê wî
bi xwe navekî gir û qerase, Cegerxwîn, li xwe kiriye; û rîtm û muzîk û ahenga
gel, çand û dîrok û folklora xwe di şi’îrên xwe de bi cîûwar kirine;
Ji
me re çi maye?
Ji
me re maye ku em wê şi’îrê li xwe bikin “helbest”…
Helbesta
ku hem dibe besteke hilbûyî di gîyanên gelê xwe de û tofanan li ruh û can
radike.
Helbesta
ku hem dibe reng û dengê jîyan û gîyanên kurdewar, hem jî dibe ahengek di
bedenên ku êş û şahî di heman demê de hewandine; û axir dibe bangkirina kêf û bextewerîyan,
qîrîna êş û azaran...
Ji
me re çi maye?
Ji
me re maye ku em wê şi’îrê li xwe bikin “welat”…
Welatê
ku hey nalîyaye di bin postal û şûnpêyên kolonyal de û şa’îrê me ew wekî “birin
û kêmkirina ji qîmeta dêya me, yanî welat” bi lêv kiriye…
Welatê
ku di helbesta wî de her hebûye wek sînorê terîtoryal
Welatê
ku mirovên wî ji xwe re gotine, “Kî ne em!”
Welatê
ku bi vê pirsê bêtir hay li xwe bûye.
Ji
me re çi maye?
Ji
me re maye ku em; zimanê ku wî ji esmanan daxistiye erdê,* di jîyana heyî de
car din heyî kiriye û warekî şênber û xuya jê re çêkiriye, di devê xwe de wekî
aşê betalan negerînin û wî zimanî li xwe bikin kana gerandina peyva
kurdayetîyê.
Ji
me re maye ku em bi zimanê sloganîk û qîrewar ku wî afirandiye, siyaseta xwe a
welathezîyê bigihînin asta helbesta wî.
Îcar
ku em car din vegerin ser sernavê nivîsara xwe û em ji xwe bipirsin û bêjin,
“Şa’îrek çendî dikare bibe şa’îr?”
Em
ê karibin bêjin;
Heke
tu Cegerxwîn bî; helbet, tu yê bo hest û qîrîn û hawar û şahî û êş û keser û
hemû hêmanên hebûniya gelê xwe bibî Ceger û tu yê Xwîna ku li wan hatiye
bexişandin di şi’îrên xwe de bi cîûwar bikî, şûngeheke li gorî gelê xwe û bi ya
dilê kesê kurd daynî û wê şûngehê di axeke terîtoryal de cî bi cî bikî û
helbet; dê gelê te şi’îrên te li xwe bike helbest û wekî dîyarîya te ya
nayvegerandin xwedîtî lê bike û bi hebûnîya xwe re li mil û pişta xwe bar bike
û veguhêzîne siberojeke asogeş.
Û
helbet em ê karibin;
Li
xwe vegerin û li şa’îrê ku helbesta ruhê me, helbesta zimanê me di hebûnîya me
de bicîûwar kiriye, binêrin; silaveke ji milkê dil lê bikin û a soxî em ê
karibin bêjin; şa’îrek ancax dikare temet gelê xwe bibe şa’îr; û şa’îrek ancax
dikare temet Cegerxwîn bibe şa’îrê gelê xwe.
* Ho: Li hin
herêmên kurmancîaxêv bi wateya ‘deng-dengê bilind’ tê bikaranîn. Hozan jî wekî
kesê ku ku dizane deng bide tê pênasekirin.
** Jêgirtina ji Arjen
Arî ku digot, “Cegerxwîn kurdî ji esmanan daxist erdê.”
*** Weşanên Lîsê, di
van dem û pêlên dawî de, hemû helbestên ‘şa’îr Cegerxwîn’ di du cildên ku pir
bi pûtepêdayî li çapê hatine xistin, belav kir û car dî derpêşî çav û dil û
mêjî û dîrok û çand û wêjeya; yanî hebûniya kurdan kir.