ruhê muzîkê



Ruhê muzîkê






















Dilawer Zeraq

Gencîneyek e. Ruhê muzîkê. Veşartî. Rîtmek e. Di hundir de. Pêşî ji kana giştî ava dibe. Bi heyînê re. Ji hest û pêjna mirovbûnê dizê. Bi hêdîka û bi dizîka. Erê, pêşî rîtmek e. Piştre hêdî hêdî rîtm berê xwe dide kaneke dîtîr ya taybet. Ew jî kana çandê ye. Ya ku li gorî axê, li gorî avûhewayê, li gorî awayê famkirina jîyanê ava dibe. Û rengekî taybet dide xwe û dibe çanda xweser ya gelan.
Piştre jî ew rîtma pêşî dibe newa; û newa jî ji kana çandê dizê. Û dibe xwedî ruhekî taybet. Loma jî, çendî ku rîtm li ba hemû mirovan heman rîtm be jî, newa, pêjnkirina ji newayê, dengpêdana newayê, li ba hemû mirovan nabe eynî û wekhev. Û ev newekhevbûn dibe sedem ku; her muzîk bibe xwedî ruhekî taybet û her ruh jî bibe xwedî muzîkeke taybet; muzîkeke ku ne tenê bi rîtm û newa, lê belê bi ziman û bi ruhê gotinan ava bûye. Loma jî tenê heman ruh dikarin bi xurtî hest bi vê muzîkê bikin, pêjna wê bikin.
Ev rengê taybet, ev orîjînalbûna mirovan, ev wekhevîya dadwerane ku ji pirrengîya mirovan pêk tê; ne li gorî pergal û sîstemên kolonyal û kapîtalîst in. Ew sîstemên serdestîyê, bi kana ji yekrengîyê xwedî dibin.
Loma jî, her ku diçe, îqtîdarên kolonyal û kapîtalîst, hewl didin ku muzîkê jî bikin yekreng. Û slogana wan a herî berbiçav û aktîf û bi bandor jî ev e; ‘muzîk gerdûnî ye!’
Na xêr. Muzîk ne gerdûnî ye. Muzîk çandî ye. Çand û ziman jî ruhê muzîkê ye. Ya ku di muzîkê de gerdûnî û mirovane ye, rîtm û nota ne ku hemû mirov wan bi heman awayî pêjn û hest pê dikin.
Herçî em kurd, pir xweş û bi hêsanî bi gotina, ‘muzîk gerdûnî ye’, dixapin. Loma jî, her ku diçe rengên ne ji rengê taybet di muzîka kurdî de çêdibin û her ku diçe muzîka kurdî reng ji xwe winda dike. Û bi taybetî di warê stranbêjîyê de ev reng beqem dibe, dibe ‘netureng.’
Di van bîst salên dawîyê de, li bakur, bi giştî sê cure muzîkjen û stranbêjên kurd peyde bûn.
Cureya yekem; ji wan stranbêjên ku bi temamî asîmîle bûne, pêk tê. Tu ruhê kurdbûnê bi wan re nemaye. Lê belê, şermek maye bi wan re û ew di wateya kurdbûna sîyasî de dixwazin bibin kurd. Zimanê jîyana wan ne kurdî ye. Bi tirkî hest bi dinyayê dikin. Lê ji ber ku dixwazin bibin kurd, bêyî ku ruhê ziman û ruhê muzîkê hîs bikin, radibin kilamên kurdî ji ber dikin û bi bilêvkirineke xerab hewl didin ku stranan bêjin. Ji ber ku bi ziman nizanin, ne ruh ne jî rengê dengê kurdewar di muzîka wan de dide der. Û mixabin, her ku diçe, li bakur, kurdên ku li ser navê muzîka kurdî van stranbêjan guhdarî dikin, zêdetir dibin; ji ber ku asîmîlebûna wan bi vê muzîkê ‘zewqeke xwexweşîyê’ dide wan.
Û ev cure stranbêj, li derveyî ruh muzîkê ne û berê stranên wan berpêyî derve ye. Û dayik gava wan guhdarî dikin, ji wan fam nakin.
Cureya duyem: ji wan stranbêjên ku di navberê de mane, pêk tê. Alîyekî wan asîmîle bûye alîyekî wan nêzî çanda kurdî ye. Hem dixwazin di wateya kurdbûna sîyasî hem jî di wateya kurdbûna çandî de bibin kurd. Bi qasî ku karibin 15 deqeyan biaxivin bi kurdî dizanin. Ew jî bi giştî, bêyî ku ziman, newa û ruhê muzîkê hîs bikin, stranan ji ber dikin û dibêjin. Ji ber ku her du alîyên guhdaran têr û tatmîn dikin, ev cure stranbêj pir populer in. Ji ber ku hem hîsa gerdûnîbûnê hem jî hîsa kurdbûnê didin guhdaran. Û ev stranbêj, herî tirsda û xetere ne. Ji ber ku ne dûr dixin ne jî nêz dikin. Hem xwe hem jî guhdarên muzîka kurdî di navê de eware dikin.
Û ev cure stranbêj, di navê de mane; loma jî stranên wan wek zarokê şûm û nav dest û pêyan, ji xwe re wisan li rastê digere. Û gava dayik wan guhdarî dikin, ji xwe re dibêjin; ev çima wisan tewşomewşo dibêje?
Cureya sêyem: ji wan stranbêjan pêk tê ku zêde asîmîle nebûne, ruhê wan, zimanê jîyana wan kurdî ye. Ruhê her gotina kurdî, ruhê muzîka kurdî hîs dikin. Loma jî, ruhê muzîkê bi wan re heye. Ew pişta xwe didin kelepûra dengbêjan, stranbêjên berê û li ser xeta wan hewl didin ku ji hundir de venûkirinekê pêk bînin. Gelekên wan, stranên xwe bi xwe çêdikin. Û ev cure stranbêj, ruhê çandê, ruhê zimên, ruhê jîyîna bi kurdî û ruhê muzîkê di xwe de dihewînin û belav dikin. Û ji herêmîbûneke hîmî û ji kakilê kurdbûnê digihîjin gerdûnîyeke ne xilt û sexte. Lê sed korayî, herî kêm ev cure stranbêj tên guhdarîkirin.   
Ev cure stranbêj, di kakilê ruhê muzîkê de ne û berê stranên wan ji hundir berpêyî hundir-derve ye. Û dayik wexta wan guhdarî dikin, digirîn, kêfxweş dibin, dilîzin, dilkovan, dilgeş û dilcoş dibin.
Belê, pêwîst e em di warê muzîkê de jî, şûnvegerîneke kelepûrî ya taybet pêk bînin. Heke em xweserîya xwe ya ji herêmîbûna hîmî bidin ser rê, bêyî ku em ji xwe, ji ruhê çand û zimên, ji ruhê muzîka kurdî tiştek winda bikin, em ê pir bi xweşikî bigihîjin gerdûnê jî.
Û tiştê herî girîng; em ê kakilê dilê dayikên xwe winda nekin û em ê dilê dayikan bêtir bikin dil!

Têbinî: Têgiha “herêmîbûna hîmî”, bo vê nivîsê min çêkir; li gorî vê têgihê: Herêmîbûn ne li gorî sînorê welatan e, li gorî dinyayê ye. Her çanda li dinyayê heyî, di herêma xwe de taybet e û her herêm, li gorî dinyayê “herêmeke hîmî” ye.

        http://yeniozgurpolitika.net/ruhe-muzike/

  " Xanî,  bi “Nûbihara Biçûkan”, di warê ziman de û li ser bîrûbawerîya dînî, ji bo perwerdehîya   zarokên kurdan, serwerî û zorlêkiri...