rewşen


Ji me re maye ku em wê şi’îrê li xwe bikin “welat”…

Welatê ku hey nalîyaye di bin postal û şûnpêyên kolonyal de û şa’îrê me ew wekî “birin û kêmkirina ji qîmeta dêya me, yanî welat” bi lêv kiriye…

Welatê ku di helbesta wî de her hebûye wek sînorê terîtoryal

Welatê ku mirovên wî ji xwe re gotine, “Kî ne em!”
Welatê ku bi vê pirsê bêtir hay li xwe bûye. 





Şa’îrek çendî dikare bibe şa’îr

         Dilawer Zeraq

Heke nav li te Cegerxwîn be; şi’îr û şa’îrî bi te û bi şi’îrên te re teqlên xweserî xwe li xwe dabe; heke piştî te rengûawayê şi’îra kurmancî hew karîye kirasê xwe î berê li xwe bike û hew karîye xwe bide paşperdeya form û dirûvê danandî ê klasîk; û te şi’îra kurmancî ji “klasîkîya klasîk” bêrî û rizgar kiribe, helbet tu yê ‘bibî Cegerxwîn’ û mohra xwe li dem û serdemeke bixî.

Ma şa’îrî têr dike?

Na, helbet şa’îrî tenê têr nake…
Erê, divê tu wekî şa’îrekî li banên esmanan neyî daleqandin û di barûyên berzûbala de neyî jibîrkirin û navê te li ser zimanên zengargirtî de her û her neyê cûtin.
Erê, divê tu bibî hozan, erê ha, divê tu bibî hozan!*
Tu bibî hozan, da ku gelê te karibe di dîlan û şahîyan de, bêje, “niha jî, wê stranbêjên me ji hozanê mezin Cegerxwîn helbestekê bixwînin.”
Na, em ê bi vê pênasekirinê jî nexapin.
Helbet, em ê bizanibin: Hozanê ku dê helbesta wî bê xwendin, şa’îrek e; ne gelê wî, lê wî bi xwe navekî gir û qerase, Cegerxwîn, li xwe kiriye; û rîtm û muzîk û ahenga gel, çand û dîrok û folklora xwe di şi’îrên xwe de bi cîûwar kirine;
Ji me re çi maye?
Ji me re maye ku em wê şi’îrê li xwe bikin “helbest”…
Helbesta ku hem dibe besteke hilbûyî di gîyanên gelê xwe de û tofanan li ruh û can radike.
Helbesta ku hem dibe reng û dengê jîyan û gîyanên kurdewar, hem jî dibe ahengek di bedenên ku êş û şahî di heman demê de hewandine; û axir dibe bangkirina kêf û bextewerîyan, qîrîna êş û azaran...
Ji me re çi maye?
Ji me re maye ku em wê şi’îrê li xwe bikin “welat”…
Welatê ku hey nalîyaye di bin postal û şûnpêyên kolonyal de û şa’îrê me ew wekî “birin û kêmkirina ji qîmeta dêya me, yanî welat” bi lêv kiriye…
Welatê ku di helbesta wî de her hebûye wek sînorê terîtoryal
Welatê ku mirovên wî ji xwe re gotine, “Kî ne em!”
Welatê ku bi vê pirsê bêtir hay li xwe bûye.    


Ji me re çi maye?
Ji me re maye ku em; zimanê ku wî ji esmanan daxistiye erdê,* di jîyana heyî de car din heyî kiriye û warekî şênber û xuya jê re çêkiriye, di devê xwe de wekî aşê betalan negerînin û wî zimanî li xwe bikin kana gerandina peyva kurdayetîyê.
Ji me re maye ku em bi zimanê sloganîk û qîrewar ku wî afirandiye, siyaseta xwe a welathezîyê bigihînin asta helbesta wî.

Îcar ku em car din vegerin ser sernavê nivîsara xwe û em ji xwe bipirsin û bêjin, “Şa’îrek çendî dikare bibe şa’îr?”
Em ê karibin bêjin;
Heke tu Cegerxwîn bî; helbet, tu yê bo hest û qîrîn û hawar û şahî û êş û keser û hemû hêmanên hebûniya gelê xwe bibî Ceger û tu yê Xwîna ku li wan hatiye bexişandin di şi’îrên xwe de bi cîûwar bikî, şûngeheke li gorî gelê xwe û bi ya dilê kesê kurd daynî û wê şûngehê di axeke terîtoryal de cî bi cî bikî û helbet; dê gelê te şi’îrên te li xwe bike helbest û wekî dîyarîya te ya nayvegerandin xwedîtî lê bike û bi hebûnîya xwe re li mil û pişta xwe bar bike û veguhêzîne siberojeke asogeş.
Û helbet em ê karibin;
Li xwe vegerin û li şa’îrê ku helbesta ruhê me, helbesta zimanê me di hebûnîya me de bicîûwar kiriye, binêrin; silaveke ji milkê dil lê bikin û a soxî em ê karibin bêjin; şa’îrek ancax dikare temet gelê xwe bibe şa’îr; û şa’îrek ancax dikare temet Cegerxwîn bibe şa’îrê gelê xwe.

* Ho: Li hin herêmên kurmancîaxêv bi wateya ‘deng-dengê bilind’ tê bikaranîn. Hozan jî wekî kesê ku ku dizane deng bide tê pênasekirin.
** Jêgirtina ji Arjen Arî ku digot, “Cegerxwîn kurdî ji esmanan daxist erdê.”
*** Weşanên Lîsê, di van dem û pêlên dawî de, hemû helbestên ‘şa’îr Cegerxwîn’ di du cildên ku pir bi pûtepêdayî li çapê hatine xistin, belav kir û car dî derpêşî çav û dil û mêjî û dîrok û çand û wêjeya; yanî hebûniya kurdan kir.

  " Xanî,  bi “Nûbihara Biçûkan”, di warê ziman de û li ser bîrûbawerîya dînî, ji bo perwerdehîya   zarokên kurdan, serwerî û zorlêkiri...