"Xanî, bi “Nûbihara Biçûkan”, di warê ziman de û li ser bîrûbawerîya dînî, ji bo perwerdehîya zarokên kurdan, serwerî û zorlêkirina erebî qebûl dike..." 








Her Sê Gewreyên Gewherî (III)

 

Ramanwerîya Zîzok*

 

dr. Dilawer Zeraq

 

 

Her çi qas kurd di serdema mîrektîyan de bi awayekî navxweyî xwedî serbestî û desthilatekê bûn jî, gava em bala xwe dibin ser van şert û lêsepandinan û li ser reng û awayê serbestîya kurdan dihêlin, em dibînin; çendî ku axa kurdan, ji alî karûbarên navxweyî ve ne wekî zeftkirî û dagirkirî xuya bike jî, li ser naverok û pênaseya mêtingerîya kevnereng,1peymana ku Yavuz Selim bi şertê ku “…Kurd di şer de piştgirî bidin Osmanîyan û bi rêjeyên dîyarkirî bacên salane bidin, destûr tê dayîn ku bi awayekî navxweyî azad û serbest bin” (Jwaideh, 2009: 33-35) bi kurdan re girê daye, bi awayekî ji awayan, destpêka mêtingehbûna pratîk û meşrûkirî(!) ya ax û warê kurdan e. Vê destpêkê bi xwe re parçebûneke navsînorî jî anîye; “Di sala 1639an de, peymana ku di navbera Osmanî û Safewîyan de hat(iye) girêdan, sînorekî dîyar kir ku heta sala 1918an li dar bû” (Hassanpour, 2005: 125). Ev sînor, parçebûna cara yekem ya ax û warê Kurdan e ku beşek jê maye di bin hikmê Safewîyan û beşa din maye di bin hikmê Osmanîyan de. 

Ehmedê Xanî, gewreyê sêyem, di serdem û di helûmercên bi vî rengî de li jîyanê xweş bûye. Ew helbestkarê ramanwer; yê ku bandora derba jihevduparbûna welatê xwe pêjinîye û şopa wê derba hanê di her peyva wî, di her sedema ramana wî de şûn li xwe xweş kiriye. 

Herçî taybetîyên Xanî ne, ew jî wekî her du gewreyên din, gelek in. Em ê di vê nivîsarê de, ji du alîyan ve behsa taybetîya Xanî bikin.

Yek ji taybetîya wî ev e; Xanî, bi nivîsîna Mem û Zînê, du rêbazan bi hev re pêk tîne. Ji wan rêbazan, ya pêşî; Xanî bi reftareke çandgirî pal û pişta xwe daye çîrok û dastana gelêrî ya Memê Alan ku ji çîrok-dastana Zembîlfiroş kevntir e.- Ev paldan, bala me dibe ser nivîsîna çîrok-dastana Zembîlfiroş ya Feqîyê Teyran ku Feqî bi vî rengî kurmancîya nivîskî bi rêya menzûmê gihandibû qada nirxên civakê yên folklorî. Rêbaza dî; Xanî, li cem Mîr Mihemed wekî katibê wî kar dike, bi vî awayî xwe nêzî desthilata navxweyî ya kurdan dike û digel wê jî, di asta ‘desthilata navxweyî’ de, nêzikatîyeke taybet bi çîna arîstokrasîyê re datîne. Ev yek jî bala me dibe ser Cizîrî ku nêzî Mîrê Cizîra Botan e û di bin patronajîya wî de, li ‘Dîwan’a xwe hûr dibe. Xanî; van her du alîyan, di çalakîya xwe ya jîyanî de pêk tîne û hem bi awayekî ji awayan pêwendîya xwe ya ramanwerî û ‘xodresteyî’ ya bi desthilata navxweyî ya kurdan re nêzik datîne hem jî bi paldana li dastana Memê Alan, helwest û bizava ‘jêderkîya gel ya folklorî’ ya Feqîyê Teyran pêşengîya wê kirî, ji serdemeke kevntir de dide destpêkirin û di roja xwe û di ‘dîrok(îbûn)a’ wêjeya kurmancî de, bi ser hev ve tîne û dibe pêkhênerê van her du biwaran. 

Taybetîya dîtir ya Xanî ev e; ew jî her wekî Feqî û Cizîrî, ji alî zimanî ve, -digel wê jî ji alî çandî ve- di asta ‘kreolîzebûnê (pirrehî)’yê de ye ku ev kreolîzebûn bi çand û zimanê farisî, tirkî û erebî bi wan re çêbûye. Lê belê, cudatîyeke beloq û aşkere heye di navbera kreolîzebûna Xanî û Cizîrî û Feqî de. Feqî û Cizîrî, bi hevpêwendî û hevkartêkîya sirûştî û bi çand û zimanên din re kreolîze bûne û wan ji bilî bikaranîna peyv û hevok û qalibên nivîskî û wêjeyî yên zimanên din, neketine hewleke dîtir û tu nîşaneya qebûlkirina serwerîya (hegemonyaya) zimanên din nedane der. Lê ya Xanî ne wisa ye. 

Xanî, bi amadekirina berhema xwe ya bi navê “Nûbihara (Nûbara) Biçûkan” ya ji bo zarokan, xemeke dîtir ya zimanî dixwe. Her çi qas, di raman û ranêzikîya xwe ya zimanî de mîna ku di ber de naxwe (yanî tawîzê nade) xuya bike jî, Xanî ferhenga “Nûbihara Biçûkan” ne bi yekzimanî lê bi du zimanî, erebî-kurmancî, amade kiriye. Û di vê ferhengê de li xwe kiriye armanc ku di ser kurmancî re erebî hînî zarokên kurdan bike. Zarokên kurdan, yên ku diçin xwendina medreseyê. Ev ranêzikî û niyet di awirê yekem û hîskirina pêşî de baş û rast tê xuyan.

Helbet em li ser rastî an jî şaşîya wê nasekinin. Lê belê, pêwîst dike em balê bibin ser wê yekê û bêjin; Xanî digel ku stûn û dîwarê paradîgmaya xwe ya neteweyî li ser ziman datîne jî, di helûmercên wê serdemê de praksis û çalakîyeke ne li gorî ramana xwe pêk tîne. Ji ber ku di wê serdemê de, zimanê jîyanî yê yekem yê zarokên kurdan kurmancî ye û zimanê erebî, wekî zimanê medreseyê û zimanê pestûrîlêkirî û çarneçarkirî ye. Yanî erebî, di warê perwerdehîyê de zimanê serdest e û xwedî îqtidarekê ye. Xanî, wekî helbestkar, alim û ramanwerekî ku behsa tunebûna ‘xwedanê-desthilatê’ dike û doza desthilat û serdestîya kurdan dike, di amadekirina vê ferhengê de bi ramanên xwe re dikeve nakokîyê. Ji ber ku di her şert û helûmercê de; gava kesek ku zimanê wî di pergaleke perwerdehîyê de ne zimanê sereke û serdest be û zimanekî dîtir zimanê zorlêkirî û çarneçarkirî yê xwendin û perwerdehîyê be û ew kes rabe wî zimanê serdest hînî kes û zarokên ku ne aîdî wî zimanê ne bike, ev yek ne li ser ramana ‘xweserîxwazî û desthilatxwazî’ ye. 

Belê, bi “Nûbihara Biçûkan”, zarokên kurdan tenê hînî zimanê erebî bûne. Ev derava hanê, bi me dide nîşan ku Xanî, di warê ziman de û li ser bîrûbawerîya dînî, ji bo perwerdehîya zarokên Kurdan, serwerî û zorlêkirina erebî qebûl dike û loma jî bi amadekirina ferhengeke duzimanî, ger bi awayekî hişmendî ger bi awayekî ‘dilqayîlî’, ji bo ‘hînbûna-hînkirina erebî’, -ku asîmîlasyonê li xwe nake armanc lê di perwerdehîya li medreseyê de zimanê hegemonîk e- rê li ber zarokên kurdan xweş û hêsantir dike.

Xanî, wekî gewreyê sêyem, ramanwerîyeke civakî ya ji bo kurdan danîye û bi hişberîyeke rûniştî û tekûz, alîyên ku ji Cizîrî û Feqî kêm mane, tewaw kiriye. Lê belê, digel vê yekê jî, ramanwerîya wî ya li ser ‘desthilat û xweserîya etnîkî-neteweyî’, hinekî ‘zîzok’2 e ku li ser fikra me, sedema vê yekê; rewşa desthilatî ya sosyo-polîtîk, sosyo-ekonomî û cografî ya kurdan ya wê hingê ye.

 

 

Çavkanî:

 

Hassanpour Hasan (2005) Kürdistan’da Milliyetçilik ve Dil, (Çev. İbrahim Bingöl-Cemil Gündoğan), İstanbul: Avesta Basın Yayın

Jwaideh Wadie (2009) Kürt Milliyetçiliğinin Tarihi Kökenleri ve Gelişimi, (Çev. İsmail Çekem-Alper Duman), İstanbul: İletişim Yayınları

 

1 Mêtingerîya kevnereng: ew awa mêtingerî ye ku berîya serdema kapîtalîzmê û modernîzmê û li ser împaratorîyan û serwerîya dînî li dar e.

 

2 Zîzok: Ji bo wateya vê peyvê, min pêşewirîn bi Zana Farqînî û Omer Dilsoz re kir û paşê biryar da; heya ku têgiheke dîtir di kurmancîyê de were avakirin, min ‘zîzok’ bi wateyên her du peyvên ‘vulnerable-fragile’ yên îngilîzî bi kar anî.

 

 

 

 

"... Feqî bi zanebûn helwesteke bi vî rengî ya rewşenbîrî û şoreşgerîya gel danîye û bûye yek ji kan û jêderka gelêrî yê ‘şophêl’ yê ziman û wêjeya bi kurmancî." 






Her Sê Gewreyên Gewherî (2)

 

Şopgerîya Şophêl

 


dr. Dilawer Zeraq

 

Destpêka duyem e Feqî. Ew jî her wekî Mela di navbera sedsalên 16an û 17an de jîyaye û her du helbestkarên pêşeng yên wêjeya kurdî (kurmancî) ya klasîk “hevçaxê hev in.” (Sadinî, 2009: 41) Taybetîya herî berbiçav û bandorker ya vê hevçaxîyê ew e ku gava Mela û Feqî li jîyanê xweş bûne, hê peymana Qesr-î Şîrîn nehatiye girêdan û hê jihevduparbûna welatê Kurdan bandora xwe nedaye ser wan. Ev psîkolojîya wan ya hevpar e ku ji ber helûmercên sosyo-polîtîk, cografî, aborî û desthilatî ya civaka kurdan ya wê hingê, bandoreke dîtir li helbesta wan û li sedemên nivîsîna wan kiriye. Û vê bandorê, di wêjeya bi kurmancî de, taybetîyeke arizî wan ji bo wan çêkiriye.

Herçî taybetîyên Feqî ne, ji ber ku zêde balpêdan bo wan nehatiye kirin û ew taybetî ji awir û riwangeyeke dîtir ya sekuler nehatiye nirxandin û dahûrandin, gelekî di şûnên taldeyî û xalîsemt de mane û kêm caran bal bi wan hatiye dayîn.

Yek ji taybetîyên berbiçav ya Feqî ew e ku digel helbestên xwe yên kesaneyî, berê xwe daye gel û nirx û vegotinên gel jî. Helbet gelê ku em behs jê dikin, ew gelê xweyî dîrokek û kelepûrekê ye ku di vebêjîya di rengê çîrok û dastanan de, hişûbîreke (hafizayeke) xwe ya arizî xwe ava kiriye. Feqî, berê alaya pê(ş)deçûnê ya ji Cizîrî girtî, bi hêleke dîtir ve kiriye û hem di warê bikaranîna zimên de hem jî di warê balpêdan û girîngîpêdana vegotinên zargotinî û kelepûrî de riwangeh û şûngeheke dîtir ava kiriye.

Feqî bi taybetî bi nivîsîna çîrok-dastana Zembîlfiroş, ya ji qewamên rûdayî avabûyî, hewldaneke nû, cihê û hêjayî balpêdanê nîşan daye. Nûbûn û cihêbûna vê hewldanê, di taybetîya çîroka Zembîlfiroşê de dihewe ku di nava gel de wekî hêmaneke zargotinî û folklorî heye û Feqî radibe vê hêmana hanê bi zimanekî helbestî û nivîskî û bi awayekî menzûmî dinivîse. Ev yek, li gorî helûmercên wê demê nûbûnek e taybet e ku wêjeya Rojhilata Navîn, ji alî teşe, qalib û formê ve maye li ser rêzik û kêşsazîyên wêjeya erebî û ji alî best û mînakbûnê ve jî maye li ser wêjeya farisî. Feqî, di wê çaxê de, wê gava ku hê pêwendîya wêjeya gelêrî (folklor) û wêjeya nivîskî ya di warê gelbûna etnîkî (neteweya îro) de, nehatibû der û dongîyên ji wan peydebûyî aşkere nebûbûn, radibe di warê vegotina wêjeyî de ji formeke gelêrî û çîrokbêjîyê havilê digire û wê bi ‘vegotina helbestî’ dadirijîne ser nivîsê. Her wiha, cihêbûneke dîtir e ku Feqî bi vê girdkarîyê (karê mezin) radibe û vegotineke ku ji ber devkîbûna xwe bêpejan e û mimkun e bi gelek awayan guhartoyên wê çêbibin, wekî menzûmekê dinivîse û di biwara ‘navdeqî-intertext’yê de,1 pêwendî di navbera wêjeya gelêrî û folklorî û wêjeya nivîskî (ya klasîk) de datîne.

Ev girdkarîya ku Feqî pê radibe, di heman demê de, kêmanîya ku ji Cizîrî maye jî tewaw dike. Loma jî, helwest û pêrabûna Feqî ya bi vî rengî, “helwesteke jêderkî ye ku rabûye bi zimanê dengbêjîyane û kilambêjîyê” (Zeraq, 2022: 94), dastana Zembîlfiroş bi teşeya menzûmê nivîsîye. Û ev awa pêrabûn, nûxwazî û guherînxwazîyeke şoreşgerî ye ku li ser hîma ‘xwebûn’ê radibe.

Taybetîya dîtir ya Feqî, her çend wekî agahîyeke nû xuya bike û heta niha li ser nehatibe sekinandin jî, li ser pêwendîyên wî yên di civaka wî de ye ku “Ew bi xwe ji mala Mîran bûye. (…) ji binemala Mîrê Miksê bûye.” (Sadinî, 2009: 36) Ev agahîya hanê, yanî mîrbûna Feqîyê Teyran, berê me dide desthilatdarîya herêmî û pêwendîyên desthilata mîrtîyê yên bi gelê herêmê re. Û digel wê jî, pêwendîya deshilatdarîyê ya bi desthilatdarîya xwe re; yanê, pêwendîya xwe bi xwe re.

Ger em ‘mîrbûna Feqî’ wekî agahîyeke nû ketî behsê û neberbelav qebûl bikin û em ji xwe bipirsin û bêjin; “Nexwe Feqî çima xwe ji mêzgirî û derfetên mîrbûnê bêpar hiştiye, ling li wê ‘serêbiskêtî’yê xistiye û xwe wekî kesekî ji çîna gel an jî xwe wekî nîv-xwende û Feqîyekî helbestkar daye der?” 

Ev pirs, berê me dide rewşa Osman Sebrî ku ew jî “Kurê axayê eşîra Mirdêsiyan e û pihîn li mêzgirtîtîya axatîyê xistiye û di serîhildana Agirî de bi roleke aktîf rabûye û jîyana xwe bi temamî daye ser xebatên siyasî, çandî û zimanî”2(Zeraq, 2018: 100-105). 

Gava em van her du rewşan tînin ber hev, em dibînin, hem Feqî hem jî Osman Sebrî, poz li mêzgirî û derfetên desthilata ku di civakê de ji wan re maye, ba dane; xwe ji civaka xwe nedane alî û neketine silûka xwe, lê berevajîya wê, ji bo ku nêztirî gel bibin û bi mirovên ji çîna ne arîstokrat re di hevrewşîyekê de bijîn, neyînkirineke (redkirineke) taybet pêk anîne û rû ji desthilata li wan bexişandî ba dane. 

Awayê pêwendîya Feqî ya bi mîrtîya xwe, di heman demê de, ji bo zimanê helbestên wî ku hema bêje bi rêjeyeke zêde ji zimanê gelêrî ye, bûye keys û kaneke taybet. Û Feqî, li ser vê kanîya hanê, ji bo şêwe û rengûawayên (quality) helbestên xwe, zimanekî dîtir yê taybet saz kiriye. 

Her wiha, li dû van destnîşankirinên xwe, em dikarin bêjin; ev hewldana Feqî, hê ji wê rojê de, rêya avakirina desthilata gelbûna etnîkî (bi gotina roja îroyîn, neteweyî) datîne ser sifreya kurdan. Digel vê yekê jî, “Feqî, alî û beşa ku Cizîrî kêm hiştiye; alîyê gel, çîrok û dastanên gel û gelêrî temam kiriye.” (Zeraq, 2021: 94) Û yek ji gewretîya wî ya xuyanî ew e ku Feqî hewl nedaye vê yekê bi helbest û edebîyata xwe nîşan bide; berevajîya wê, wekî çawa em ji zimanê helbestên wî fam dikin, Feqî bi zanebûn helwesteke bi vî rengî ya rewşenbîrî û şoreşgerîya gel danîye û bûye yek ji kan û jêderka gelêrî yê ‘şophêl’ yê ziman û wêjeya bi kurmancî. 

 

 

Çavkanî

 

Sadinî Xalit (2009) Feqiyê Teyran-Jiyan,Berhem û Helbestên Wî, Stenbol: Weşanên Nûbihar

Sebrî, Osman (2011) Hevalê Çak, Diyarbekir: Weşanên Lîs

Zeraq Dilawer (2018) Bêjara Neteweparêz di Kovara Hawarê de, Diyarbekir: Weşanên Lîs

Zeraq Dilawer (2022) Rengê Hebûnê, Diyarbekir: Weşanên Lîs

 

1Her çend peyitandina bi vî awayî bikeve ber anakronîzmê jî, heq bi me re heye em rabin di ser rêbaza pêwendîya ‘navdeqî-intertext’ re nirxandinê bikin.

2 Osman Sebrî wiha dibêje li ser destjêberdana ‘axatî û destihalatdarîyê: “Min bi vê ramanê çend gundên ku axatiya wan ji min re hatibû spartin bi carekê berdan û destê xwe jê kêşa.” (Sebrî, 2011: 13)




Bi tevî van gotinên balpêdayînê ve, Cizîrî;

Destpêkeke derblêder e

Avakarekî wêrek yê zimanî û wêjeyî ye

Şoreşgerekî ‘qaqibokir’ e

Û

Hişekî taybet yê kurdbûnê ye.





 

 

Her Sê Gewreyên Gewherî (I) 
                                                                

                                                                          Destpêka Şoreşger

 

Dilawer Zeraq

 

Li ser dîwanên ji helbesta klasîk ya kurmancî û li ser berhemên ku heta niha wekî berhemên nivîskî berdest in, em dikarin bêjin, Dîwana Melayê Cizîrî berhema pêşîn e; hem wekî berhemeke ku wekî deq û kitêb hatiye nivîsîn hem jî wekî berhema yekem ya kurmancî. Ev Dîwana hanê û Cizîrî, bi van taybetîyên xwe ve, pirhêlîbûn û pirrengîyekê dihewînin di xwe de.1

Salên dûr û dirêj, klasîkên wêjeya kurmancî, bi giranî û zêdeyî, di ser dîtin û feraseta dînî, tesewûfî re, li ser teşeyên wan yên li ser qaydeyên wêjeya erebî danandî û bi evîna Xwedayî û bi şerhên pirbarekirî hatin şirovekirin. Ji ber hindê jî, bi taybetî rengên wan yên li ser ‘avakarî û xwebûn’ê ne, bi awayekî ji awayan hatin paşguhkirin û wekî dongîya vê deravê, kêm caran şirove û dahûranên sekuler li ser wan hatin kirin. Loma jî, rengê ‘ziman û wêje’ya kurmancî ya wê hingê, bi taybetî, di warê ‘xwebûna mirovê bindest’ê de nehat nirxandin û dahûrandin.2

Yek ji rengên ketî behsê, ‘avakarî’ ye. Avakarîya Cizîrî, ne avakarîyeke wisa ya ‘sifra hazir’ e ku hin tiştên heyî hildane, li ser hev danîne û hîm û esasa avahîya zimanî û wêjeyî ya bo kurmancî danîye. Cizîrî, ji bo ku vê avakarîyê pêk bîne, serê pêşîn derbek li desthilat û serdestîya zimanê erebî daye ku hingê li ser xwendina dînî, hegemonya û serwerîyeke xwe ya pîrozwer hebûye.

Helbet, destpêkîbûn, ne ew çend sanayî ye. Loma jî, keys heye ku mirov karibe bêje; “Cizîrî ji tunebûnê hebûnek ava kir. Berîya Cizîrî, tenê çend helbestên E. Herîrî yên bi kurmancî hebûn û helbestkarên heta wê çaxê bi zimanê erebî dinivîsîn.3

Ger em li ser gotina, “Dawîya bandorjêgirtinê tune ye” (Bloom, 2008: 36) bimînin, hewce ye em qebûl bikin û bêjin; Cizîrî di xwe de heq e ku Dîwana xwe li ser bandora ji wêjeyên erebî û farisî hildayî, nivîsîye. Û pêwîst e em her tim her li ser hişê xwe bihêlin ku bandora çand û zimanê erebî, li ser zorlêkirin û ferzkirina dînî ye. Digel vê yekê jî, li ser xwendina me ya sekuler, ev yek wekî ‘qisûr-kêmasiyekê’ dide der ku em dikarin ji xwe bipirsin û bêjin; ‘gelo Cizîrî, ji çi re, berê xwe neda kana gel û berhema xwe neafirand?’ Helbet bersiva vê pirsê, dabaşa nivîs, hûrgerî û lêkolînên dûr û dirêj e.

Rengê din ê Cizîrî, ‘melatî’ya wî ye ku wisa ji hundir ve û bi ‘(pê)rabûneke taybet’ dide der û hevçaxîya wî ya bi keşîşê xiristîyanîyê M. Luther King re balkêş e ku kirinên her duyan jî berê me dide rengekî dîtir ê ‘şoreşgerî’yê.

Agahîyeke berbelav e; M. Luther King, di dema xwe de, radibe Încîla ku wergerandina wê ya ji zimanê latînî ya bo zimanekî dîtir ne ya qebûlê ye, werdigerîne ser zimanê elmanî û şoreşeke li ser feraseta zimanî û pê re jî ya neteweyî, di ziman û civaka elmanan de çêdike. Vêca, herçî ya Cizîrî ye; her çend, ji hin alîyan ve, di wê çaxê de, Mîrê Botan, bi awayekî patronajî, bi pîbarê Cizîrî rabûbe û ev rabûna Cizîrî mîna li ‘rex-desthilat’ xuya bike jî, (Ergün, 2017: 153) gava em bala xwe bi hûrgerî dibin ser helûmercên hingê, em dibînin; desthilata Mîrê Botan, ji ber ku li dijî desthilateke derveyîn e, li dijî desthilata nivîsîna bi erebî û farisî, xweyî sekn û kirineke taybet e. Loma jî, aşkere ye ku du hêzên hundirîn yên ji gel û civaka kurdan, mil didin hev û li ber vê desthilata derveyîn radibin; hêza yekem, hiş û xameya Cizîrî ye, hêza duyem jî desthilata navxweyî ya Mîr e. Helbet di vê hevkarîyê de, pirsek jî heye ku li hişê me dide û dibêje; “Gelo em dikarin vê hevkarîyê wekî hevkarîyeke taybet qebûl bikin û bêjin; ev yek bihevrebûneke gelek taybet e ku di navbera serdestîya arîstokratî û entelîjensîyaya civakî ya guherînxwaz de çêbûye?”

Gava em ji vê hêlê ve li ser mijarê hûr bibin, tu guman tê de namîne û em bi rihetî û hişazayî dikarin bêjin, “rabûna Cizîrî, rabûneke dij-desthilat e”; û bi vê taybetî û rengûawayê (qualification) xwe ve jî, şoreşger e û ji alî rûxandina ziman û wêjeya lê hatî ferzkirin ve û pê re jî ji alî afirandina Dîwaneke kurmancî ve; xweyî helwest û kirineke taybet ya li ser ‘xwebûnê’ ye.4

Bi tevî van gotinên balpêdayînê ve, Cizîrî;

Destpêkeke derblêder e

Avakarekî wêrek yê zimanî û wêjeyî ye

Şoreşgerekî ‘qaqibokir’ e5

Û

Hişekî taybet yê kurdbûnê ye.

 

 

Çavkanî


Bloom Harold (2008) Etkilenme Endişesi-Bir Şiir Teorisi, (Çev. Ferit Burak Aydar), İstanbul: Metis Yayınları

Ergün Zülküf (2017) Peywendiya Mîr û Mela di Çarçoveya Patronaja Edebî de, Mukaddime: Mardin Artuklu Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü Dergisi), 8 (Özel Sayı 1)


 

Têbinî

 

Elîyê Herîrî heye, lê dîwana wî tune ye û ger ji vê qonaxê û şûnde, dîwaneke ku beriya ya Cizîrî hatibe nivîsîn were peydekirin jî, ew dîwan wê di nav dîroka wêjeya bi kurmancî de cî bigire, lê Dîwana Cizîrî wê di ‘dîrokîya wêjeya bi kurmancî’ de her tim bibe ‘yê pêşeng.’

Di vî warî de, ji ber referansa ku Mem û Zîn pala xwe didiyê, herî zêde, Ehmedê Xanî bi awayekî sekuler hatiye dahûrandin. 

Herçî berhemên kurdî ên beriya îslamiyetê ne, em wekî agahiya dîrokî, nizanin ka çi bi wan hatin.

Her çend ev beyta hanê bikeve ber bayê anakronîzmê jî, em ji hêla xwe ve vî heqî bi xwe re dibînin da ku vê peytê bi pêş de bînin.

Ev beytên Cizîrî qaqibokirineke li ser ‘xwebûnê’ ye.

Ger lu’luyê mensûrî ji nezmê tu dixwazî 

Wer şi’rê Melê bîn, te bi Şîrazî çi hacet

 

 

 

  " Xanî,  bi “Nûbihara Biçûkan”, di warê ziman de û li ser bîrûbawerîya dînî, ji bo perwerdehîya   zarokên kurdan, serwerî û zorlêkiri...