ruhê muzîkê



Ruhê muzîkê






















Dilawer Zeraq

Gencîneyek e. Ruhê muzîkê. Veşartî. Rîtmek e. Di hundir de. Pêşî ji kana giştî ava dibe. Bi heyînê re. Ji hest û pêjna mirovbûnê dizê. Bi hêdîka û bi dizîka. Erê, pêşî rîtmek e. Piştre hêdî hêdî rîtm berê xwe dide kaneke dîtîr ya taybet. Ew jî kana çandê ye. Ya ku li gorî axê, li gorî avûhewayê, li gorî awayê famkirina jîyanê ava dibe. Û rengekî taybet dide xwe û dibe çanda xweser ya gelan.
Piştre jî ew rîtma pêşî dibe newa; û newa jî ji kana çandê dizê. Û dibe xwedî ruhekî taybet. Loma jî, çendî ku rîtm li ba hemû mirovan heman rîtm be jî, newa, pêjnkirina ji newayê, dengpêdana newayê, li ba hemû mirovan nabe eynî û wekhev. Û ev newekhevbûn dibe sedem ku; her muzîk bibe xwedî ruhekî taybet û her ruh jî bibe xwedî muzîkeke taybet; muzîkeke ku ne tenê bi rîtm û newa, lê belê bi ziman û bi ruhê gotinan ava bûye. Loma jî tenê heman ruh dikarin bi xurtî hest bi vê muzîkê bikin, pêjna wê bikin.
Ev rengê taybet, ev orîjînalbûna mirovan, ev wekhevîya dadwerane ku ji pirrengîya mirovan pêk tê; ne li gorî pergal û sîstemên kolonyal û kapîtalîst in. Ew sîstemên serdestîyê, bi kana ji yekrengîyê xwedî dibin.
Loma jî, her ku diçe, îqtîdarên kolonyal û kapîtalîst, hewl didin ku muzîkê jî bikin yekreng. Û slogana wan a herî berbiçav û aktîf û bi bandor jî ev e; ‘muzîk gerdûnî ye!’
Na xêr. Muzîk ne gerdûnî ye. Muzîk çandî ye. Çand û ziman jî ruhê muzîkê ye. Ya ku di muzîkê de gerdûnî û mirovane ye, rîtm û nota ne ku hemû mirov wan bi heman awayî pêjn û hest pê dikin.
Herçî em kurd, pir xweş û bi hêsanî bi gotina, ‘muzîk gerdûnî ye’, dixapin. Loma jî, her ku diçe rengên ne ji rengê taybet di muzîka kurdî de çêdibin û her ku diçe muzîka kurdî reng ji xwe winda dike. Û bi taybetî di warê stranbêjîyê de ev reng beqem dibe, dibe ‘netureng.’
Di van bîst salên dawîyê de, li bakur, bi giştî sê cure muzîkjen û stranbêjên kurd peyde bûn.
Cureya yekem; ji wan stranbêjên ku bi temamî asîmîle bûne, pêk tê. Tu ruhê kurdbûnê bi wan re nemaye. Lê belê, şermek maye bi wan re û ew di wateya kurdbûna sîyasî de dixwazin bibin kurd. Zimanê jîyana wan ne kurdî ye. Bi tirkî hest bi dinyayê dikin. Lê ji ber ku dixwazin bibin kurd, bêyî ku ruhê ziman û ruhê muzîkê hîs bikin, radibin kilamên kurdî ji ber dikin û bi bilêvkirineke xerab hewl didin ku stranan bêjin. Ji ber ku bi ziman nizanin, ne ruh ne jî rengê dengê kurdewar di muzîka wan de dide der. Û mixabin, her ku diçe, li bakur, kurdên ku li ser navê muzîka kurdî van stranbêjan guhdarî dikin, zêdetir dibin; ji ber ku asîmîlebûna wan bi vê muzîkê ‘zewqeke xwexweşîyê’ dide wan.
Û ev cure stranbêj, li derveyî ruh muzîkê ne û berê stranên wan berpêyî derve ye. Û dayik gava wan guhdarî dikin, ji wan fam nakin.
Cureya duyem: ji wan stranbêjên ku di navberê de mane, pêk tê. Alîyekî wan asîmîle bûye alîyekî wan nêzî çanda kurdî ye. Hem dixwazin di wateya kurdbûna sîyasî hem jî di wateya kurdbûna çandî de bibin kurd. Bi qasî ku karibin 15 deqeyan biaxivin bi kurdî dizanin. Ew jî bi giştî, bêyî ku ziman, newa û ruhê muzîkê hîs bikin, stranan ji ber dikin û dibêjin. Ji ber ku her du alîyên guhdaran têr û tatmîn dikin, ev cure stranbêj pir populer in. Ji ber ku hem hîsa gerdûnîbûnê hem jî hîsa kurdbûnê didin guhdaran. Û ev stranbêj, herî tirsda û xetere ne. Ji ber ku ne dûr dixin ne jî nêz dikin. Hem xwe hem jî guhdarên muzîka kurdî di navê de eware dikin.
Û ev cure stranbêj, di navê de mane; loma jî stranên wan wek zarokê şûm û nav dest û pêyan, ji xwe re wisan li rastê digere. Û gava dayik wan guhdarî dikin, ji xwe re dibêjin; ev çima wisan tewşomewşo dibêje?
Cureya sêyem: ji wan stranbêjan pêk tê ku zêde asîmîle nebûne, ruhê wan, zimanê jîyana wan kurdî ye. Ruhê her gotina kurdî, ruhê muzîka kurdî hîs dikin. Loma jî, ruhê muzîkê bi wan re heye. Ew pişta xwe didin kelepûra dengbêjan, stranbêjên berê û li ser xeta wan hewl didin ku ji hundir de venûkirinekê pêk bînin. Gelekên wan, stranên xwe bi xwe çêdikin. Û ev cure stranbêj, ruhê çandê, ruhê zimên, ruhê jîyîna bi kurdî û ruhê muzîkê di xwe de dihewînin û belav dikin. Û ji herêmîbûneke hîmî û ji kakilê kurdbûnê digihîjin gerdûnîyeke ne xilt û sexte. Lê sed korayî, herî kêm ev cure stranbêj tên guhdarîkirin.   
Ev cure stranbêj, di kakilê ruhê muzîkê de ne û berê stranên wan ji hundir berpêyî hundir-derve ye. Û dayik wexta wan guhdarî dikin, digirîn, kêfxweş dibin, dilîzin, dilkovan, dilgeş û dilcoş dibin.
Belê, pêwîst e em di warê muzîkê de jî, şûnvegerîneke kelepûrî ya taybet pêk bînin. Heke em xweserîya xwe ya ji herêmîbûna hîmî bidin ser rê, bêyî ku em ji xwe, ji ruhê çand û zimên, ji ruhê muzîka kurdî tiştek winda bikin, em ê pir bi xweşikî bigihîjin gerdûnê jî.
Û tiştê herî girîng; em ê kakilê dilê dayikên xwe winda nekin û em ê dilê dayikan bêtir bikin dil!

Têbinî: Têgiha “herêmîbûna hîmî”, bo vê nivîsê min çêkir; li gorî vê têgihê: Herêmîbûn ne li gorî sînorê welatan e, li gorî dinyayê ye. Her çanda li dinyayê heyî, di herêma xwe de taybet e û her herêm, li gorî dinyayê “herêmeke hîmî” ye.

        http://yeniozgurpolitika.net/ruhe-muzike/



Ruhê zimên














Dilawer Zeraq




Em bi pirsekê bidin ser rê. Gelo zimanek bi çi awayî dibe xwedî ruh. An jî em dikarin pirsê di warê şûngehê (mekan) de transpoze bikin û bipirsin; gelo ruhê zimanekî çawan tê fam kirin?
Ruhê zimanekî, hêmana esasî û sereke a wî zimanî ye ku xwe di rengê xwe yî xwezayî û hîmî de dide der. Her wekî rengê çermê mirovan; ku ji zikmakî ye û heta mirinê tu çi jî bikî tu nikarî ne çermê xwe ne jî ruhê zimanê xwe ji xwe bikî. Nexwe ruhê zimanekî, parçeyek e ji endamên wî zimanî û taybetîyeke diyarker e; ji zikmakî ye û ev taybetî ancax bi rizînê, bi pûçbûnê jê diçe.
Îcar, pûçbûna ku em behs jê dikin jî, mirina ruh bi xwe ye.
Baş e. Nexwe em dikarin bi nêrîneke Fanonîst bêjin, mirov xwe li heft avên zelal jî bixin, nikarin rengê çermê xwe, yanî ruhê zimanê, xwe biguherînin. Û di ser vê bingehê re, em dikarin bêjin; Herî dawî ziman dimire.
Loma jî, di her dem û warî de ku serdestan warekî, welatekî dagir kirine an jî li wir pêkanînên kolonyal û kapîtalîzma modernîst bi cî anîne, serê pêşîn dest avêtine ziman. Ji ber hindê ye ku di pêkanînên guherandina rengê ruhê mirovekî an jî gelekî de, serdestên kolonyal pêşî ziman qedexe dikin lê yekser hewl nadin ku ruhê zimanekî bi derbekê re bişikênin û têk bibin. Belê, loma ye ku ew pêşî dest diavêjin hemû hêmanên çandî ên di nav zimanekî de dihewe. Û di heyra jîyanê de jî, bi rê û rêbazên kapîtalîst, heta ji wan tê qeramên jîyana mirovan giran dikin. Û rewşeke wisan çêdikin ku mirovên xizan an jî ên halxweş dibêjin qey heke ew xwe li ber wan stûxwar nekin ew ê vê carê ji birçînan bimirin. Herçî mirovên maldar in, ji bo ku ji zengîniya xwe kêm nekin, bi dilxwazî û dilxweşî stû li ber pêkanînên kapîtalîst û kolonyal ditewînin. Tew hevkariyê jî digel kolonyalîstan dikin.
Ev hemû bi rêya ziman çêdibe; bi zimanê serdest(an). Bi zimanê ku ne ji ruhê dayika bindestan e. Loma jî, her cara ku zimanê serdest tê bikaranîn, rengê ruhê mirovê bindest, yanî rengê çermê wî, her ku diçe diguhere. Diçilmise, beqem dibe û dikeve qonaxa pûçbûnê.
Û herî dawî ziman dimire.
Loma ye ku car caran em di nûçeyan de dixwînin ku nizanim li ku dera dinyayê mirovek mir û zimanek jî pê re mir. Çima? Ji ber ku wî kesî li ber xwe daye li hember pêkanînên serdestî, kolonyalî û netewedewletî ên hişk î hola û ji mirovatiyê der û dev ji zimanê xwe bernedaye. Bi her hal, kinc û kirasên wî mirovî, awayê rabûn û rûniştina wî a adetî û hemû rê û rengên jiyana wî a ji bavûkalan mayî hatiye guhertin. Lê belê wî reng û kirasê xwe yî esasî neguherandiye; reng û kirasê ku dayika wî/ê dayê heta mirinê ji xwe nekiriye. Loma jî zimanê wî heta mirina wî pê re zindî maye.  
Erê, herî dawî ziman dimire.
Loma ye, hêmana sereke a hebûna gelekî, neteweyekê ziman bi xwe ye. Loma ye rengê esasî ê gel û neteweyekê, ziman e. Û ji ber hindê ye ku gotinên me û gotinên serdestên-mêtingerên me li hev nakin; rengê wan nadin hev. Ji ber wê yekê ye ku hestên me, qîrînên me, êşên me, dilxweşî û şîn û şahiya me ne mîna hev in. Loma ye serdest tim hewlê didin me bixapînin. Mêtinger tim dixwazin me ji mesîla ruhê dêya me averê bikin. Ew dixwazin em bêjin qey em ê bi zimanê wan bibin mirov; em ê bi zimanê wan heyî bin; dê zimanê wan me bibe têxe nav mirovan û em ê pê bextewer bin.
Erê, çendî ku herî dawî ziman dimire jî, divê ne pêşî ne jî dawî; kurdî nemire
Ew rengê hest, êş û rabûn û rûniştin û jîyanê ye. Ew xwedîyê dil û mêjî ye. Ew war e. Warê ku ancax dikare bi dil û kezeba dayikan ava bibe. Ruhek e ku bi hest û hembêza dayikan heyî dibe. Kan e. Kana ku ruh jê avê vediwe.
Û her û her di qîrîna, “Ez bi qurbana birîna te bim” de dihewe. 



deqa gîyan


                                        deqa gîyan


         dilawer zeraq











-      


-        dayê tu yê vê carê berê xwe bidî kîjan alî?

-        ………………
-        dayê… ka te negot… tu yê îro kîjan alî wek gora dêya xwe bineqînî…
-        hema wek her gavê… gîyanê min ez bi kîjan alî ve birim… keça’m… ez ê bi wî alî ve biçim…
-        ………………
-        aha va ye, vê carê gîyanê min… te dît… berê min da bi alî rojhilatê ve…
-        dayê ma te hefteyek berê jî… te berê xwe dabû bi alîyê rojhilatê bajêr ve…
-        keça’m de ax e… gîyan e… zêdetir... bi wî alî ve dibe…
-        dayê ez dibêjim qey… dilê te rojhilatê dixwaze loma… darên lê şîn hatî şîrîntir in… di ber dilê te de…
-        qet dibe… keça’m…
-        dibe… dibe… tu dizanî dêya te li ku derê veşartî ye…
-        dêya min li her derê ye… keça’m… min çend car ji te re gotin… her der gora wê ye… li her beşeaxa em li ser… gîyanê wê… şîrîn… vîna wê… xurt… hezkirina wê…germ… jinbûna wê… bedew… dêtîya wê…
-        dayê ma te negot dêya te… çûye şer…
-        e… keça’m…
-        ………………
-        şerê rûmetê… berxwedanîya serdemê… avakirinê… nûjiyanê… teqîyaye… jinejîyan… belavî her derê…
-        dayê… îcar çima dêtîya dêya xwe tînî dixî nava vê çîrokê…
-        ………………
-        çîrok… qey tu dibê hemû tiştên min ji te re gotin… çîrok in… e keça’m… te got qey wisan e…
-        na yadê, min ne wisan got… yanê wekî qalkirin çîrok…
-        e keça’m… wê çend sal dêtî li me kir… besî me ye… jixwe… paşê jî bû dêya axê…
-        ………………
-        Dilar… dêya min… û hevrêyên wê… şûştin…bi hev re… dilê xwe… di axa em li ser… çandin… dara jîyanê… av dan… xwîna xwe…
-        dayê… bes êdî… gelek sal di ser te re bihurîne… va pişt jî li te xûz bûye… her pêncşemîyê tu xwe li van çolan diqewimînî… misînek didî destê xwe… hey avê direşînî… li derûdorê… bes êdî… ji xwe vegere… 
-        ………………
-        na, keça’m… wan çilk… di canê xwe de nehişt… reşand… li ser vê axê… mîna avê… xwîn… çandin… dara jîyanê…azadîyê…
-        ………………
-        ez ê jî…

        erê keça’m… erê Arîna min… ev çend rojên dawîyê ne… her û her… axaftina ku di navbera min û dêya min de derbas bûye… ne dibêje roj e, ne dibêje şev e, nen dibêje mal e, ne dibêje sibeh e, ne dibêje êvar e, ne dibêje derve ye, ne dibêje nivîn e, ne dibêje hundir e, ne dibêje kuçe ye, ne dibêje xew e, ne dibêje nav ciyê bavê te ye, ne dibêje çarsî ye, ne dibêje xilmaşî ye, ne dibêje sifreya xwarinê ye, ne dibêje şiyarî ye, ne dibêje destav e, ne dibêje mêvandarî ye, ne dibêje trimbêl e, ne dibêje ger û geşt e, ne dibêje civat e, ne dibêje trên e, ne dibêje… tê û xwe li min diqewimîne…
        erê keça’m… erê Arîna min… ev demek e… ev axaftin xwe ji kûrayîya bîra dîrokê difilitîne… û… û di her carê de jî… li min dibe can... dibe deng… ez im… dibêje… deq im ez… li jîyana te… ez im… dibêje… deq im ez… li gîyanê te…
         ez im… naynivîsin im…




Çi tê nivîsîn





Çi tê nivîsîn?

Dilawer Zeraq








Di vê dem û çaxê de
Ku medyaya civakî, bi lezeke ji hespê behrî deynkirî dibeze. Û her xwe daye ber fizildûmanê. Fizildûmanek wisan ku nav lê kapîtalîzm e, li ser navê pêşketina teknolojîk rabûye û bîr û mêjîyan didize. Wisan nebêjin, helbet jêhatî ye di warê dizînê û di warê rizandinê de.
Di vê qonaxa dîrokê de, ku çi kes û sazûmanek destê xwe ber bi me ve dirêj bike, bêguman di binî de ji xwe re li kelk û berjewendîyekê digere, helbet pir tişt hene ku em ê binivîsin. Pir tişt hene ku bi nivîsîn û xwendinê em ê li roja ronkayî nedayî şîyar bibin û car din û car din bikaribin bibînin ka kolonyalîstan çi anîne serê me. Em ê bibînin ka çîroka me çawan ji me hatiye dizîn û hatiye sernixûnkirin.
Û dizîya wan, bi salan e, bi awayekî ji awayan her didome.
Çendî wî alî, serdestên kolonyalîst, li Wanê, festîvaleke muzîkê li dar xist. Festîval ne bi destê dewletê, lê bi destê şîrket û karsaz û maldaran hat lidarxistin. Û me dît, vê carê berê xwe dan rêyeke dîtir. Û beşek ji xwenda û bîrbirên kurd jî li ser navê pêşketinê piştgirîyeke balkêş dan vê yekê.
Erê, serdestên kurdan, vê carê bi rengekî dîtir dest bi dizîyê kirin. Heta dozdehê Îlonê, hebûna me didizîn. Nav lê kolonyalî bû, mêtinkarî bû. Piştî wê, dest pê kirin heyîn û maldarîya me jî dizîn. Nav lê bû post-kolonyalî. Vê carê jî, dest avêtin ruhê me. Dixwazin ruhê me ji me bidizin.
Çima? Ma hewcetîya wan heye bi ruhê me. Belê. Heye. Ne ku ew bêruh in. Ji ber ku ruhê wan têrî wan nake. Ne ku birçî ne. Na. Ji ber ku têr nabin. Loma jî, êdî nav li vê dem û çaxê; neo-kolonyalî ye. Loma jî ruh divê ji wan re. Ji bo ku karibin bimarêsin. Pêşî wan em doşîn. Piştre em mijandin. Niha jî me dimarêsin. Ew ê bixwazin ruhê me bimarêsin. Bi çi? Vê carê ne bi zorê. Bi destê me. Bi tiştên ku dilê me bikêşe, dilê me lê bibije. Û dê kesên wekî stranbêj Rojîn derkevin û ew ê bêjin, “Ji ber ku ji min re gotin tu yê bi tirkî stranan nebêjî ez ji ser dikê hatim xwarê.” 1
Û em ê bimînin hejmetkar. Li kê? Li kujyarê xwe. Li mijokên xwe. Ew ê dilê me bibijînin xwe. Ew ê her tiştî pêşkêşî me bikin da ku dê ruhê me ji me dûr bikeve û biçe li ser sifreya wan dayne. Em ê bibin dilparsekê wan. Û em ê dest pê bikin lasayî û bizarên wan bikin. Û her wekî Memmi gotî, “Em ê bi rêya dilbijandin û lasayîkirinê bibin pêgirtîyê wan.” 2
Û ew ê huner û estetîkê wekî pêjnkarîyekê pêşkêşî me bikin. Û em ê jî bibin birçîyên wan pêşkêşîyan. Em ê her tim ji wan bixwazin da ku bidin me. Û ew ê her tim bidin me. Ew ê bi dayînên xwe ruhê me bimarêsin. Her ku here dê ruhê me bikeve rengekî din, dirûvekî din. Dê birize û pûç bibe. Û axir… Em ê nebin ew. Lê ew ê jî nebin em. Ew ê zinditî, geşahî, rengînî û safîya ruhê me bimijin; pê xwe geş bikin. Lê em ê êdî ne em bin. Em ê nebin ew jî. Em ê bibin elewatên xwe. Em ê ji bo xwe bibin reşikê şevê. Lê ji bo wan bibin, aferîdeyên ku wan afirand. Aha wê çaxê ew ê ji me hez bikin.
Lê na. Me hezkirina wan navê!
Em ê xwe bi dest wan ve bernedin. Em ê li xwe şîyar bin. Em ê nehêlin ew bi pêkanînên xwe ruhê me birizînin. Em ê nehêlin mirovê kurd bikeve destê wan û bibe elewatê xwe.
Bi çi reng û awayî?
Em ê binivîsin. Em ê dizîna wan. Em ê mêtina wan. Em ê feşkên wan aşkera bikin. Em ê kirina wan, hovîtîya wan binivîsin. Û em ê xwe nekin mexdûr. Em ê serî li xwe rast bikin. Û ruhê xwe li xwe ava bikin. Car din û car din.
Û em ê têbikoşin; bi xwe re û bi pêkanînên kolonyalîst re û “Divê em ruhê xwe, dilê xwe, zimanê xwe û mêjîyê xwe dekolonîze bikin.” 3
Û em ê her û her behsa xwe bikin, behsa çîroka xwe bikin û bi behskirinê jî çîroka xwe li xwe bikin dîrok.
Û em ê her ji hev re bêjin merheba.
Merheba!      
1 https://www.gazeteduvar.com.tr/kultur-sanat/2018/09/17/rojin-turkce-soyleme-dediler-sahneye-cikmadim/
2 Albert Memmi, “Sömürge ve Sömürgeleştirilen İnsan” (Mêtingeh û Mirovê ku Tê Mêtin), Öteki Yayınevi, Ankara, s, 67
3 Aimé Césaire: Gotar Li Ser Mêtingêrîyê, (Bingehên ramanî û dîrokî ên Nîjadperestîya Fransî),Doğu Kütüphanesi, İstanbul, 2005, s, 180

jêgirtin: http://yeniozgurpolitika.net/ci-te-nivisin/

  " Xanî,  bi “Nûbihara Biçûkan”, di warê ziman de û li ser bîrûbawerîya dînî, ji bo perwerdehîya   zarokên kurdan, serwerî û zorlêkiri...