Kanîya Şîrê Kurmancîyê

                                                                   Dekolonîzasyon ne metafor e

Dilawer Zeraq

Pirî caran, em dikevin hewla bibîrxistinê û çavên me di hişê me de bîran ava dike; ev bîra di hişê me de avabûyî, carinan ko ye; loma jî em dihizirin û dibêjin, heke em têkevinê, dibe ku kobûn û bêavîya wê me têxe nav tenêtîyeke bîrkor û em tê de bifetisin; carinan jî heta serî tije ye ew bîr; vê carê jî em dikevin nav ponijekê û dibêjin; heke em têkevinê, dibe ku têravî û tijebûna wê me bikêşe nav kûrahîya xwe û em tê de bifetisin. 

Behs jê; bîra çandî û zimanî ye, kelepûr û dekolonîbûn e.

Çanda zimanî û kelepûr; a ku di roja îroyîn de dê bibe sedema heqê gotina gotinekê, dê bibe bayîs û hîma hebûnê, dê bibe rêbera siberojê, dê bibe serstûna mayîna di roja îroyîn de. A ku dê berê me ji kolonîbûn û ji bindestîya jixweşermker û qûnbelot(!) dûr bixe…

Ew çanda ku em rengê wê tenê di kilamên dengbêjîyê de, di berhemên folklorê de û di bîranîn û bibîrxistinên qewamên dîrokî de teng û asê dihêlin.
Ew çanda ku wekî avanîyeke vebestîner li rastê û li benda me ye û hey diqîre û dibêje ez im ew bibîrxistin (yanî girêdana bi rabirdûyê re), ez im ew zanav (yanî hêmakirina polîtîk) û ez im ew seraqetî û hertimîyeke çandî (yanî avakirina kelepûrê).

Lê na. Ew çi ye îcar! Kevnûkotên dîrokê. Lipaşmayî. Paşdemayî…

Loma ye;

Em xwe didin erdê û pêdagirîyê dikin. Em bi biryar in! Em ê wêjeya xwe, bi taybetî wêjeya xwe û di ber re jî muzîka xwe, bigihînin ast û reng û rungê cîhanê…
Ma çi kêmasîya me heye ji gelên din. Ma ne, ê me jî bajarên me hene, tew em jî di nav pergaleke kapîtalîst de dijîn…

Em tenêtîyên xwe ên jîyana li bajaran wekî boranekê, wekî tinazpêkirinekê, wekî lihevçûnûhatineke dorvegerî têxin nav vegotin û vegêrana xwe a wêjeyî û em ê wêjeya xwe ji wêjeya cîhanê kêm nehêlin… Ka me çi kêmasî heye ji gelên dinyayê…
Na em bajarî ne. Em jî modern in. Me jî bar hene. Me jî cafe hene. Em ê rengê dinyayê bidin xwe; em ê bibin wekî serdestên xwe.

Na û sed û bîst car na!

Dengek heye di hundirê me de. Em ê dengê xwe bidin xwe.
Rengek heye di ruhê me de. Em ê rengê xwe bidin xwe.
Em ê di cîhana watedarîyê de bawerî bi hêza vebestîner û yekker a çand û kelepûrê bînin.

Em ê di biwara vegotina wêjeyî de, bawerî bi bîrê bînin. Bîra kelepûrê. Bîra dîrokê. Bîra bavûkalan. Bîra jîyanê.

Em ê ji bo dûrketina ji bindestîyê û dekolonîzebûnê, bi saya sembolên çandî û neteweyî, di bîra xwe de cîhaneke wateyan ava bikin da ku karibin li pêşberî hev jî bi edalet û mafda bin.

Em ê bawerî bi helbesta “Wisa Tê Bîra Min”* bînin.

Em ê helbest û çîrok û romanên xwe ên ku behsa bîra bindestîya me dike, li xwe nekin wek nostaljîyekê û ji wan mexdûrîyeteke xweşîda hîs nekin û em ê bi jixwefedîkirinê, xwe ji xwe dûr nexînin.

Û em ê guh bidin Bereh ku dibêje, “Wisa tê bîra min/Em çar bira bûn/Berîya çepera me birûxe/Li maleke bêhewş” ku Bereh gazî me dike da ku em careke din vegerin hewşa xwe. Hewşa ku di bîrê de ye. Û dibêje Bereh, “Em bi hemdê xwe mezin dibûn/Ew şîrê Kurmancî/Ku me dimêt li hundir” Û mal ew mal e ku bîr di hewşa wê de ye.

Û ‘şîrê Kurmancî’ ku her berê me dide rengê ruhê kurdbûna bihemd, asayî, xwezayî û mirovane. Û di hebûn û mêtinê de ‘wekxwe’ ye û destê qirêj ê kolonîzkirinê negihîştiyê.
De ka werin, em biçin.
Em biçin ser wê kanîyê.
Kanîya ‘Şîrê Kurmancî’yê.  

*Helbesteke Seyda Berken Bereh. (Navê helbestê bi xwe jî ‘bîra’ hewce dide ber me da ku em bêtirs têkevinê)

  " Xanî,  bi “Nûbihara Biçûkan”, di warê ziman de û li ser bîrûbawerîya dînî, ji bo perwerdehîya   zarokên kurdan, serwerî û zorlêkiri...