Ruhê
zimên
Dilawer
Zeraq
Em
bi pirsekê bidin ser rê. Gelo zimanek bi çi awayî dibe xwedî ruh. An jî em
dikarin pirsê di warê şûngehê (mekan) de transpoze bikin û bipirsin; gelo ruhê
zimanekî çawan tê fam kirin?
Ruhê
zimanekî, hêmana esasî û sereke a wî zimanî ye ku xwe di rengê xwe yî xwezayî û
hîmî de dide der. Her wekî rengê çermê mirovan; ku ji zikmakî ye û heta mirinê tu
çi jî bikî tu nikarî ne çermê xwe ne jî ruhê zimanê xwe ji xwe bikî. Nexwe ruhê
zimanekî, parçeyek e ji endamên wî zimanî û taybetîyeke diyarker e; ji zikmakî
ye û ev taybetî ancax bi rizînê, bi pûçbûnê jê diçe.
Îcar,
pûçbûna ku em behs jê dikin jî, mirina ruh bi xwe ye.
Baş
e. Nexwe em dikarin bi nêrîneke Fanonîst bêjin, mirov xwe li heft avên zelal jî
bixin, nikarin rengê çermê xwe, yanî ruhê zimanê, xwe biguherînin. Û di ser vê
bingehê re, em dikarin bêjin; Herî dawî ziman dimire.
Loma
jî, di her dem û warî de ku serdestan warekî, welatekî dagir kirine an jî li
wir pêkanînên kolonyal û kapîtalîzma modernîst bi cî anîne, serê pêşîn dest
avêtine ziman. Ji ber hindê ye ku di pêkanînên guherandina rengê ruhê mirovekî
an jî gelekî de, serdestên kolonyal pêşî ziman qedexe dikin lê yekser hewl
nadin ku ruhê zimanekî bi derbekê re bişikênin û têk bibin. Belê, loma ye ku ew
pêşî dest diavêjin hemû hêmanên çandî ên di nav zimanekî de dihewe. Û di heyra
jîyanê de jî, bi rê û rêbazên kapîtalîst, heta ji wan tê qeramên jîyana mirovan
giran dikin. Û rewşeke wisan çêdikin ku mirovên xizan an jî ên halxweş dibêjin
qey heke ew xwe li ber wan stûxwar nekin ew ê vê carê ji birçînan bimirin. Herçî
mirovên maldar in, ji bo ku ji zengîniya xwe kêm nekin, bi dilxwazî û dilxweşî stû
li ber pêkanînên kapîtalîst û kolonyal ditewînin. Tew hevkariyê jî digel
kolonyalîstan dikin.
Ev
hemû bi rêya ziman çêdibe; bi zimanê serdest(an). Bi zimanê ku ne ji ruhê
dayika bindestan e. Loma jî, her cara ku zimanê serdest tê bikaranîn, rengê ruhê
mirovê bindest, yanî rengê çermê wî, her ku diçe diguhere. Diçilmise, beqem
dibe û dikeve qonaxa pûçbûnê.
Û
herî dawî ziman dimire.
Loma
ye ku car caran em di nûçeyan de dixwînin ku nizanim li ku dera dinyayê mirovek
mir û zimanek jî pê re mir. Çima? Ji ber ku wî kesî li ber xwe daye li hember
pêkanînên serdestî, kolonyalî û netewedewletî ên hişk î hola û ji mirovatiyê
der û dev ji zimanê xwe bernedaye. Bi her hal, kinc û kirasên wî mirovî, awayê
rabûn û rûniştina wî a adetî û hemû rê û rengên jiyana wî a ji bavûkalan mayî
hatiye guhertin. Lê belê wî reng û kirasê xwe yî esasî neguherandiye; reng û
kirasê ku dayika wî/ê dayê heta mirinê ji xwe nekiriye. Loma jî zimanê wî heta
mirina wî pê re zindî maye.
Erê,
herî dawî ziman dimire.
Loma
ye, hêmana sereke a hebûna gelekî, neteweyekê ziman bi xwe ye. Loma ye rengê
esasî ê gel û neteweyekê, ziman e. Û ji ber hindê ye ku gotinên me û gotinên
serdestên-mêtingerên me li hev nakin; rengê wan nadin hev. Ji ber wê yekê ye ku
hestên me, qîrînên me, êşên me, dilxweşî û şîn û şahiya me ne mîna hev in. Loma
ye serdest tim hewlê didin me bixapînin. Mêtinger tim dixwazin me ji mesîla
ruhê dêya me averê bikin. Ew dixwazin em bêjin qey em ê bi zimanê wan bibin
mirov; em ê bi zimanê wan heyî bin; dê zimanê wan me bibe têxe nav mirovan û em
ê pê bextewer bin.
Erê,
çendî ku herî dawî ziman dimire jî, divê ne pêşî ne jî dawî; kurdî nemire
Ew
rengê hest, êş û rabûn û rûniştin û jîyanê ye. Ew xwedîyê dil û mêjî ye. Ew war
e. Warê ku ancax dikare bi dil û kezeba dayikan ava bibe. Ruhek e ku bi hest û
hembêza dayikan heyî dibe. Kan e. Kana ku ruh jê avê vediwe.
Û
her û her di qîrîna, “Ez bi qurbana birîna te bim” de dihewe.