Çi tê nivîsîn?
Di vê dem û çaxê de
Ku medyaya civakî, bi
lezeke ji hespê behrî deynkirî dibeze. Û her xwe daye ber fizildûmanê. Fizildûmanek
wisan ku nav lê kapîtalîzm e, li ser navê pêşketina teknolojîk rabûye û bîr û
mêjîyan didize. Wisan nebêjin, helbet jêhatî ye di warê dizînê û di warê
rizandinê de.
Di vê qonaxa dîrokê
de, ku çi kes û sazûmanek destê xwe ber bi me ve dirêj bike, bêguman di binî de
ji xwe re li kelk û berjewendîyekê digere, helbet pir tişt hene ku em ê
binivîsin. Pir tişt hene ku bi nivîsîn û xwendinê em ê li roja ronkayî nedayî
şîyar bibin û car din û car din bikaribin bibînin ka kolonyalîstan çi anîne
serê me. Em ê bibînin ka çîroka me çawan ji me hatiye dizîn û hatiye
sernixûnkirin.
Û dizîya wan, bi
salan e, bi awayekî ji awayan her didome.
Çendî wî alî, serdestên
kolonyalîst, li Wanê, festîvaleke muzîkê li dar xist. Festîval ne bi destê
dewletê, lê bi destê şîrket û karsaz û maldaran hat lidarxistin. Û me dît, vê
carê berê xwe dan rêyeke dîtir. Û beşek ji xwenda û bîrbirên kurd jî li ser
navê pêşketinê piştgirîyeke balkêş dan vê yekê.
Erê, serdestên
kurdan, vê carê bi rengekî dîtir dest bi dizîyê kirin. Heta dozdehê Îlonê,
hebûna me didizîn. Nav lê kolonyalî bû, mêtinkarî bû. Piştî wê, dest pê kirin
heyîn û maldarîya me jî dizîn. Nav lê bû post-kolonyalî. Vê carê jî, dest
avêtin ruhê me. Dixwazin ruhê me ji me bidizin.
Çima? Ma hewcetîya
wan heye bi ruhê me. Belê. Heye. Ne ku ew bêruh in. Ji ber ku ruhê wan têrî wan
nake. Ne ku birçî ne. Na. Ji ber ku têr nabin. Loma jî, êdî nav li vê dem û çaxê;
neo-kolonyalî ye. Loma jî ruh divê ji wan re. Ji bo ku karibin bimarêsin. Pêşî wan
em doşîn. Piştre em mijandin. Niha jî me dimarêsin. Ew ê bixwazin ruhê me
bimarêsin. Bi çi? Vê carê ne bi zorê. Bi destê me. Bi tiştên ku dilê me bikêşe,
dilê me lê bibije. Û dê kesên wekî stranbêj Rojîn derkevin û ew ê bêjin, “Ji
ber ku ji min re gotin tu yê bi tirkî stranan nebêjî ez ji ser dikê hatim
xwarê.” 1
Û em ê bimînin
hejmetkar. Li kê? Li kujyarê xwe. Li mijokên xwe. Ew ê dilê me bibijînin xwe.
Ew ê her tiştî pêşkêşî me bikin da ku dê ruhê me ji me dûr bikeve û biçe li ser
sifreya wan dayne. Em ê bibin dilparsekê wan. Û em ê dest pê bikin lasayî û
bizarên wan bikin. Û her wekî Memmi gotî, “Em ê bi rêya dilbijandin û
lasayîkirinê bibin pêgirtîyê wan.” 2
Û ew ê huner û
estetîkê wekî pêjnkarîyekê pêşkêşî me bikin. Û em ê jî bibin birçîyên wan
pêşkêşîyan. Em ê her tim ji wan bixwazin da ku bidin me. Û ew ê her tim bidin
me. Ew ê bi dayînên xwe ruhê me bimarêsin. Her ku here dê ruhê me bikeve rengekî
din, dirûvekî din. Dê birize û pûç bibe. Û axir… Em ê nebin ew. Lê ew ê jî nebin
em. Ew ê zinditî, geşahî, rengînî û safîya ruhê me bimijin; pê xwe geş bikin.
Lê em ê êdî ne em bin. Em ê nebin ew jî. Em ê bibin elewatên xwe. Em ê ji bo
xwe bibin reşikê şevê. Lê ji bo wan bibin, aferîdeyên ku wan afirand. Aha wê
çaxê ew ê ji me hez bikin.
Lê na. Me hezkirina
wan navê!
Em ê xwe bi dest wan
ve bernedin. Em ê li xwe şîyar bin. Em ê nehêlin ew bi pêkanînên xwe ruhê me
birizînin. Em ê nehêlin mirovê kurd bikeve destê wan û bibe elewatê xwe.
Bi çi reng û awayî?
Em ê binivîsin. Em ê
dizîna wan. Em ê mêtina wan. Em ê feşkên wan aşkera bikin. Em ê kirina wan,
hovîtîya wan binivîsin. Û em ê xwe nekin mexdûr. Em ê serî li xwe rast bikin. Û
ruhê xwe li xwe ava bikin. Car din û car din.
Û em ê têbikoşin; bi
xwe re û bi pêkanînên kolonyalîst re û “Divê em ruhê xwe, dilê xwe, zimanê xwe
û mêjîyê xwe dekolonîze bikin.” 3
Û em ê her û her
behsa xwe bikin, behsa çîroka xwe bikin û bi behskirinê jî çîroka xwe li xwe
bikin dîrok.
Û em ê her ji hev re
bêjin merheba.
Merheba!
1 https://www.gazeteduvar.com.tr/kultur-sanat/2018/09/17/rojin-turkce-soyleme-dediler-sahneye-cikmadim/
2 Albert
Memmi, “Sömürge ve Sömürgeleştirilen İnsan” (Mêtingeh û Mirovê ku Tê Mêtin),
Öteki Yayınevi, Ankara, s, 67
3 Aimé Césaire: Gotar
Li Ser Mêtingêrîyê, (Bingehên ramanî û dîrokî ên Nîjadperestîya Fransî),Doğu
Kütüphanesi, İstanbul, 2005, s, 180
jêgirtin: http://yeniozgurpolitika.net/ci-te-nivisin/
No comments:
Post a Comment