Bi tevî van gotinên balpêdayînê ve, Cizîrî;
Destpêkeke derblêder e
Avakarekî wêrek yê zimanî û wêjeyî ye
Şoreşgerekî ‘qaqibokir’ e
Û
Hişekî taybet yê kurdbûnê ye.
Her Sê Gewreyên Gewherî (I)
Destpêka Şoreşger
Dilawer Zeraq
Li ser dîwanên ji helbesta klasîk ya kurmancî û li ser berhemên ku heta niha wekî berhemên nivîskî berdest in, em dikarin bêjin, Dîwana Melayê Cizîrî berhema pêşîn e; hem wekî berhemeke ku wekî deq û kitêb hatiye nivîsîn hem jî wekî berhema yekem ya kurmancî. Ev Dîwana hanê û Cizîrî, bi van taybetîyên xwe ve, pirhêlîbûn û pirrengîyekê dihewînin di xwe de.1
Salên dûr û dirêj, klasîkên wêjeya kurmancî, bi giranî û zêdeyî, di ser dîtin û feraseta dînî, tesewûfî re, li ser teşeyên wan yên li ser qaydeyên wêjeya erebî danandî û bi evîna Xwedayî û bi şerhên pirbarekirî hatin şirovekirin. Ji ber hindê jî, bi taybetî rengên wan yên li ser ‘avakarî û xwebûn’ê ne, bi awayekî ji awayan hatin paşguhkirin û wekî dongîya vê deravê, kêm caran şirove û dahûranên sekuler li ser wan hatin kirin. Loma jî, rengê ‘ziman û wêje’ya kurmancî ya wê hingê, bi taybetî, di warê ‘xwebûna mirovê bindest’ê de nehat nirxandin û dahûrandin.2
Yek ji rengên ketî behsê, ‘avakarî’ ye. Avakarîya Cizîrî, ne avakarîyeke wisa ya ‘sifra hazir’ e ku hin tiştên heyî hildane, li ser hev danîne û hîm û esasa avahîya zimanî û wêjeyî ya bo kurmancî danîye. Cizîrî, ji bo ku vê avakarîyê pêk bîne, serê pêşîn derbek li desthilat û serdestîya zimanê erebî daye ku hingê li ser xwendina dînî, hegemonya û serwerîyeke xwe ya pîrozwer hebûye.
Helbet, destpêkîbûn, ne ew çend sanayî ye. Loma jî, keys heye ku mirov karibe bêje; “Cizîrî ji tunebûnê hebûnek ava kir. Berîya Cizîrî, tenê çend helbestên E. Herîrî yên bi kurmancî hebûn û helbestkarên heta wê çaxê bi zimanê erebî dinivîsîn.3
Ger em li ser gotina, “Dawîya bandorjêgirtinê tune ye” (Bloom, 2008: 36) bimînin, hewce ye em qebûl bikin û bêjin; Cizîrî di xwe de heq e ku Dîwana xwe li ser bandora ji wêjeyên erebî û farisî hildayî, nivîsîye. Û pêwîst e em her tim her li ser hişê xwe bihêlin ku bandora çand û zimanê erebî, li ser zorlêkirin û ferzkirina dînî ye. Digel vê yekê jî, li ser xwendina me ya sekuler, ev yek wekî ‘qisûr-kêmasiyekê’ dide der ku em dikarin ji xwe bipirsin û bêjin; ‘gelo Cizîrî, ji çi re, berê xwe neda kana gel û berhema xwe neafirand?’ Helbet bersiva vê pirsê, dabaşa nivîs, hûrgerî û lêkolînên dûr û dirêj e.
Rengê din ê Cizîrî, ‘melatî’ya wî ye ku wisa ji hundir ve û bi ‘(pê)rabûneke taybet’ dide der û hevçaxîya wî ya bi keşîşê xiristîyanîyê M. Luther King re balkêş e ku kirinên her duyan jî berê me dide rengekî dîtir ê ‘şoreşgerî’yê.
Agahîyeke berbelav e; M. Luther King, di dema xwe de, radibe Încîla ku wergerandina wê ya ji zimanê latînî ya bo zimanekî dîtir ne ya qebûlê ye, werdigerîne ser zimanê elmanî û şoreşeke li ser feraseta zimanî û pê re jî ya neteweyî, di ziman û civaka elmanan de çêdike. Vêca, herçî ya Cizîrî ye; her çend, ji hin alîyan ve, di wê çaxê de, Mîrê Botan, bi awayekî patronajî, bi pîbarê Cizîrî rabûbe û ev rabûna Cizîrî mîna li ‘rex-desthilat’ xuya bike jî, (Ergün, 2017: 153) gava em bala xwe bi hûrgerî dibin ser helûmercên hingê, em dibînin; desthilata Mîrê Botan, ji ber ku li dijî desthilateke derveyîn e, li dijî desthilata nivîsîna bi erebî û farisî, xweyî sekn û kirineke taybet e. Loma jî, aşkere ye ku du hêzên hundirîn yên ji gel û civaka kurdan, mil didin hev û li ber vê desthilata derveyîn radibin; hêza yekem, hiş û xameya Cizîrî ye, hêza duyem jî desthilata navxweyî ya Mîr e. Helbet di vê hevkarîyê de, pirsek jî heye ku li hişê me dide û dibêje; “Gelo em dikarin vê hevkarîyê wekî hevkarîyeke taybet qebûl bikin û bêjin; ev yek bihevrebûneke gelek taybet e ku di navbera serdestîya arîstokratî û entelîjensîyaya civakî ya guherînxwaz de çêbûye?”
Gava em ji vê hêlê ve li ser mijarê hûr bibin, tu guman tê de namîne û em bi rihetî û hişazayî dikarin bêjin, “rabûna Cizîrî, rabûneke dij-desthilat e”; û bi vê taybetî û rengûawayê (qualification) xwe ve jî, şoreşger e û ji alî rûxandina ziman û wêjeya lê hatî ferzkirin ve û pê re jî ji alî afirandina Dîwaneke kurmancî ve; xweyî helwest û kirineke taybet ya li ser ‘xwebûnê’ ye.4
Bi tevî van gotinên balpêdayînê ve, Cizîrî;
Destpêkeke derblêder e
Avakarekî wêrek yê zimanî û wêjeyî ye
Şoreşgerekî ‘qaqibokir’ e5
Û
Hişekî taybet yê kurdbûnê ye.
Çavkanî
Bloom Harold (2008) Etkilenme Endişesi-Bir Şiir Teorisi, (Çev. Ferit Burak Aydar), İstanbul: Metis Yayınları
Ergün Zülküf (2017) Peywendiya Mîr û Mela di Çarçoveya Patronaja Edebî de, Mukaddime: Mardin Artuklu Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü Dergisi), 8 (Özel Sayı 1)
Têbinî
1 Elîyê Herîrî heye, lê dîwana wî tune ye û ger ji vê qonaxê û şûnde, dîwaneke ku beriya ya Cizîrî hatibe nivîsîn were peydekirin jî, ew dîwan wê di nav dîroka wêjeya bi kurmancî de cî bigire, lê Dîwana Cizîrî wê di ‘dîrokîya wêjeya bi kurmancî’ de her tim bibe ‘yê pêşeng.’
2 Di vî warî de, ji ber referansa ku Mem û Zîn pala xwe didiyê, herî zêde, Ehmedê Xanî bi awayekî sekuler hatiye dahûrandin.
3 Herçî berhemên kurdî ên beriya îslamiyetê ne, em wekî agahiya dîrokî, nizanin ka çi bi wan hatin.
4 Her çend ev beyta hanê bikeve ber bayê anakronîzmê jî, em ji hêla xwe ve vî heqî bi xwe re dibînin da ku vê peytê bi pêş de bînin.
5 Ev beytên Cizîrî qaqibokirineke li ser ‘xwebûnê’ ye.
Ger lu’luyê mensûrî ji nezmê tu dixwazî
Wer şi’rê Melê bîn, te bi Şîrazî çi hacet
No comments:
Post a Comment