"... Feqî bi zanebûn helwesteke bi vî rengî ya rewşenbîrî û şoreşgerîya gel danîye û bûye yek ji kan û jêderka gelêrî yê ‘şophêl’ yê ziman û wêjeya bi kurmancî." 






Her Sê Gewreyên Gewherî (2)

 

Şopgerîya Şophêl

 


dr. Dilawer Zeraq

 

Destpêka duyem e Feqî. Ew jî her wekî Mela di navbera sedsalên 16an û 17an de jîyaye û her du helbestkarên pêşeng yên wêjeya kurdî (kurmancî) ya klasîk “hevçaxê hev in.” (Sadinî, 2009: 41) Taybetîya herî berbiçav û bandorker ya vê hevçaxîyê ew e ku gava Mela û Feqî li jîyanê xweş bûne, hê peymana Qesr-î Şîrîn nehatiye girêdan û hê jihevduparbûna welatê Kurdan bandora xwe nedaye ser wan. Ev psîkolojîya wan ya hevpar e ku ji ber helûmercên sosyo-polîtîk, cografî, aborî û desthilatî ya civaka kurdan ya wê hingê, bandoreke dîtir li helbesta wan û li sedemên nivîsîna wan kiriye. Û vê bandorê, di wêjeya bi kurmancî de, taybetîyeke arizî wan ji bo wan çêkiriye.

Herçî taybetîyên Feqî ne, ji ber ku zêde balpêdan bo wan nehatiye kirin û ew taybetî ji awir û riwangeyeke dîtir ya sekuler nehatiye nirxandin û dahûrandin, gelekî di şûnên taldeyî û xalîsemt de mane û kêm caran bal bi wan hatiye dayîn.

Yek ji taybetîyên berbiçav ya Feqî ew e ku digel helbestên xwe yên kesaneyî, berê xwe daye gel û nirx û vegotinên gel jî. Helbet gelê ku em behs jê dikin, ew gelê xweyî dîrokek û kelepûrekê ye ku di vebêjîya di rengê çîrok û dastanan de, hişûbîreke (hafizayeke) xwe ya arizî xwe ava kiriye. Feqî, berê alaya pê(ş)deçûnê ya ji Cizîrî girtî, bi hêleke dîtir ve kiriye û hem di warê bikaranîna zimên de hem jî di warê balpêdan û girîngîpêdana vegotinên zargotinî û kelepûrî de riwangeh û şûngeheke dîtir ava kiriye.

Feqî bi taybetî bi nivîsîna çîrok-dastana Zembîlfiroş, ya ji qewamên rûdayî avabûyî, hewldaneke nû, cihê û hêjayî balpêdanê nîşan daye. Nûbûn û cihêbûna vê hewldanê, di taybetîya çîroka Zembîlfiroşê de dihewe ku di nava gel de wekî hêmaneke zargotinî û folklorî heye û Feqî radibe vê hêmana hanê bi zimanekî helbestî û nivîskî û bi awayekî menzûmî dinivîse. Ev yek, li gorî helûmercên wê demê nûbûnek e taybet e ku wêjeya Rojhilata Navîn, ji alî teşe, qalib û formê ve maye li ser rêzik û kêşsazîyên wêjeya erebî û ji alî best û mînakbûnê ve jî maye li ser wêjeya farisî. Feqî, di wê çaxê de, wê gava ku hê pêwendîya wêjeya gelêrî (folklor) û wêjeya nivîskî ya di warê gelbûna etnîkî (neteweya îro) de, nehatibû der û dongîyên ji wan peydebûyî aşkere nebûbûn, radibe di warê vegotina wêjeyî de ji formeke gelêrî û çîrokbêjîyê havilê digire û wê bi ‘vegotina helbestî’ dadirijîne ser nivîsê. Her wiha, cihêbûneke dîtir e ku Feqî bi vê girdkarîyê (karê mezin) radibe û vegotineke ku ji ber devkîbûna xwe bêpejan e û mimkun e bi gelek awayan guhartoyên wê çêbibin, wekî menzûmekê dinivîse û di biwara ‘navdeqî-intertext’yê de,1 pêwendî di navbera wêjeya gelêrî û folklorî û wêjeya nivîskî (ya klasîk) de datîne.

Ev girdkarîya ku Feqî pê radibe, di heman demê de, kêmanîya ku ji Cizîrî maye jî tewaw dike. Loma jî, helwest û pêrabûna Feqî ya bi vî rengî, “helwesteke jêderkî ye ku rabûye bi zimanê dengbêjîyane û kilambêjîyê” (Zeraq, 2022: 94), dastana Zembîlfiroş bi teşeya menzûmê nivîsîye. Û ev awa pêrabûn, nûxwazî û guherînxwazîyeke şoreşgerî ye ku li ser hîma ‘xwebûn’ê radibe.

Taybetîya dîtir ya Feqî, her çend wekî agahîyeke nû xuya bike û heta niha li ser nehatibe sekinandin jî, li ser pêwendîyên wî yên di civaka wî de ye ku “Ew bi xwe ji mala Mîran bûye. (…) ji binemala Mîrê Miksê bûye.” (Sadinî, 2009: 36) Ev agahîya hanê, yanî mîrbûna Feqîyê Teyran, berê me dide desthilatdarîya herêmî û pêwendîyên desthilata mîrtîyê yên bi gelê herêmê re. Û digel wê jî, pêwendîya deshilatdarîyê ya bi desthilatdarîya xwe re; yanê, pêwendîya xwe bi xwe re.

Ger em ‘mîrbûna Feqî’ wekî agahîyeke nû ketî behsê û neberbelav qebûl bikin û em ji xwe bipirsin û bêjin; “Nexwe Feqî çima xwe ji mêzgirî û derfetên mîrbûnê bêpar hiştiye, ling li wê ‘serêbiskêtî’yê xistiye û xwe wekî kesekî ji çîna gel an jî xwe wekî nîv-xwende û Feqîyekî helbestkar daye der?” 

Ev pirs, berê me dide rewşa Osman Sebrî ku ew jî “Kurê axayê eşîra Mirdêsiyan e û pihîn li mêzgirtîtîya axatîyê xistiye û di serîhildana Agirî de bi roleke aktîf rabûye û jîyana xwe bi temamî daye ser xebatên siyasî, çandî û zimanî”2(Zeraq, 2018: 100-105). 

Gava em van her du rewşan tînin ber hev, em dibînin, hem Feqî hem jî Osman Sebrî, poz li mêzgirî û derfetên desthilata ku di civakê de ji wan re maye, ba dane; xwe ji civaka xwe nedane alî û neketine silûka xwe, lê berevajîya wê, ji bo ku nêztirî gel bibin û bi mirovên ji çîna ne arîstokrat re di hevrewşîyekê de bijîn, neyînkirineke (redkirineke) taybet pêk anîne û rû ji desthilata li wan bexişandî ba dane. 

Awayê pêwendîya Feqî ya bi mîrtîya xwe, di heman demê de, ji bo zimanê helbestên wî ku hema bêje bi rêjeyeke zêde ji zimanê gelêrî ye, bûye keys û kaneke taybet. Û Feqî, li ser vê kanîya hanê, ji bo şêwe û rengûawayên (quality) helbestên xwe, zimanekî dîtir yê taybet saz kiriye. 

Her wiha, li dû van destnîşankirinên xwe, em dikarin bêjin; ev hewldana Feqî, hê ji wê rojê de, rêya avakirina desthilata gelbûna etnîkî (bi gotina roja îroyîn, neteweyî) datîne ser sifreya kurdan. Digel vê yekê jî, “Feqî, alî û beşa ku Cizîrî kêm hiştiye; alîyê gel, çîrok û dastanên gel û gelêrî temam kiriye.” (Zeraq, 2021: 94) Û yek ji gewretîya wî ya xuyanî ew e ku Feqî hewl nedaye vê yekê bi helbest û edebîyata xwe nîşan bide; berevajîya wê, wekî çawa em ji zimanê helbestên wî fam dikin, Feqî bi zanebûn helwesteke bi vî rengî ya rewşenbîrî û şoreşgerîya gel danîye û bûye yek ji kan û jêderka gelêrî yê ‘şophêl’ yê ziman û wêjeya bi kurmancî. 

 

 

Çavkanî

 

Sadinî Xalit (2009) Feqiyê Teyran-Jiyan,Berhem û Helbestên Wî, Stenbol: Weşanên Nûbihar

Sebrî, Osman (2011) Hevalê Çak, Diyarbekir: Weşanên Lîs

Zeraq Dilawer (2018) Bêjara Neteweparêz di Kovara Hawarê de, Diyarbekir: Weşanên Lîs

Zeraq Dilawer (2022) Rengê Hebûnê, Diyarbekir: Weşanên Lîs

 

1Her çend peyitandina bi vî awayî bikeve ber anakronîzmê jî, heq bi me re heye em rabin di ser rêbaza pêwendîya ‘navdeqî-intertext’ re nirxandinê bikin.

2 Osman Sebrî wiha dibêje li ser destjêberdana ‘axatî û destihalatdarîyê: “Min bi vê ramanê çend gundên ku axatiya wan ji min re hatibû spartin bi carekê berdan û destê xwe jê kêşa.” (Sebrî, 2011: 13)

No comments:

Post a Comment

  " Xanî,  bi “Nûbihara Biçûkan”, di warê ziman de û li ser bîrûbawerîya dînî, ji bo perwerdehîya   zarokên kurdan, serwerî û zorlêkiri...