"Xanî, bi “Nûbihara Biçûkan”, di warê ziman de û li ser bîrûbawerîya dînî, ji bo perwerdehîya zarokên kurdan, serwerî û zorlêkirina erebî qebûl dike..." 








Her Sê Gewreyên Gewherî (III)

 

Ramanwerîya Zîzok*

 

dr. Dilawer Zeraq

 

 

Her çi qas kurd di serdema mîrektîyan de bi awayekî navxweyî xwedî serbestî û desthilatekê bûn jî, gava em bala xwe dibin ser van şert û lêsepandinan û li ser reng û awayê serbestîya kurdan dihêlin, em dibînin; çendî ku axa kurdan, ji alî karûbarên navxweyî ve ne wekî zeftkirî û dagirkirî xuya bike jî, li ser naverok û pênaseya mêtingerîya kevnereng,1peymana ku Yavuz Selim bi şertê ku “…Kurd di şer de piştgirî bidin Osmanîyan û bi rêjeyên dîyarkirî bacên salane bidin, destûr tê dayîn ku bi awayekî navxweyî azad û serbest bin” (Jwaideh, 2009: 33-35) bi kurdan re girê daye, bi awayekî ji awayan, destpêka mêtingehbûna pratîk û meşrûkirî(!) ya ax û warê kurdan e. Vê destpêkê bi xwe re parçebûneke navsînorî jî anîye; “Di sala 1639an de, peymana ku di navbera Osmanî û Safewîyan de hat(iye) girêdan, sînorekî dîyar kir ku heta sala 1918an li dar bû” (Hassanpour, 2005: 125). Ev sînor, parçebûna cara yekem ya ax û warê Kurdan e ku beşek jê maye di bin hikmê Safewîyan û beşa din maye di bin hikmê Osmanîyan de. 

Ehmedê Xanî, gewreyê sêyem, di serdem û di helûmercên bi vî rengî de li jîyanê xweş bûye. Ew helbestkarê ramanwer; yê ku bandora derba jihevduparbûna welatê xwe pêjinîye û şopa wê derba hanê di her peyva wî, di her sedema ramana wî de şûn li xwe xweş kiriye. 

Herçî taybetîyên Xanî ne, ew jî wekî her du gewreyên din, gelek in. Em ê di vê nivîsarê de, ji du alîyan ve behsa taybetîya Xanî bikin.

Yek ji taybetîya wî ev e; Xanî, bi nivîsîna Mem û Zînê, du rêbazan bi hev re pêk tîne. Ji wan rêbazan, ya pêşî; Xanî bi reftareke çandgirî pal û pişta xwe daye çîrok û dastana gelêrî ya Memê Alan ku ji çîrok-dastana Zembîlfiroş kevntir e.- Ev paldan, bala me dibe ser nivîsîna çîrok-dastana Zembîlfiroş ya Feqîyê Teyran ku Feqî bi vî rengî kurmancîya nivîskî bi rêya menzûmê gihandibû qada nirxên civakê yên folklorî. Rêbaza dî; Xanî, li cem Mîr Mihemed wekî katibê wî kar dike, bi vî awayî xwe nêzî desthilata navxweyî ya kurdan dike û digel wê jî, di asta ‘desthilata navxweyî’ de, nêzikatîyeke taybet bi çîna arîstokrasîyê re datîne. Ev yek jî bala me dibe ser Cizîrî ku nêzî Mîrê Cizîra Botan e û di bin patronajîya wî de, li ‘Dîwan’a xwe hûr dibe. Xanî; van her du alîyan, di çalakîya xwe ya jîyanî de pêk tîne û hem bi awayekî ji awayan pêwendîya xwe ya ramanwerî û ‘xodresteyî’ ya bi desthilata navxweyî ya kurdan re nêzik datîne hem jî bi paldana li dastana Memê Alan, helwest û bizava ‘jêderkîya gel ya folklorî’ ya Feqîyê Teyran pêşengîya wê kirî, ji serdemeke kevntir de dide destpêkirin û di roja xwe û di ‘dîrok(îbûn)a’ wêjeya kurmancî de, bi ser hev ve tîne û dibe pêkhênerê van her du biwaran. 

Taybetîya dîtir ya Xanî ev e; ew jî her wekî Feqî û Cizîrî, ji alî zimanî ve, -digel wê jî ji alî çandî ve- di asta ‘kreolîzebûnê (pirrehî)’yê de ye ku ev kreolîzebûn bi çand û zimanê farisî, tirkî û erebî bi wan re çêbûye. Lê belê, cudatîyeke beloq û aşkere heye di navbera kreolîzebûna Xanî û Cizîrî û Feqî de. Feqî û Cizîrî, bi hevpêwendî û hevkartêkîya sirûştî û bi çand û zimanên din re kreolîze bûne û wan ji bilî bikaranîna peyv û hevok û qalibên nivîskî û wêjeyî yên zimanên din, neketine hewleke dîtir û tu nîşaneya qebûlkirina serwerîya (hegemonyaya) zimanên din nedane der. Lê ya Xanî ne wisa ye. 

Xanî, bi amadekirina berhema xwe ya bi navê “Nûbihara (Nûbara) Biçûkan” ya ji bo zarokan, xemeke dîtir ya zimanî dixwe. Her çi qas, di raman û ranêzikîya xwe ya zimanî de mîna ku di ber de naxwe (yanî tawîzê nade) xuya bike jî, Xanî ferhenga “Nûbihara Biçûkan” ne bi yekzimanî lê bi du zimanî, erebî-kurmancî, amade kiriye. Û di vê ferhengê de li xwe kiriye armanc ku di ser kurmancî re erebî hînî zarokên kurdan bike. Zarokên kurdan, yên ku diçin xwendina medreseyê. Ev ranêzikî û niyet di awirê yekem û hîskirina pêşî de baş û rast tê xuyan.

Helbet em li ser rastî an jî şaşîya wê nasekinin. Lê belê, pêwîst dike em balê bibin ser wê yekê û bêjin; Xanî digel ku stûn û dîwarê paradîgmaya xwe ya neteweyî li ser ziman datîne jî, di helûmercên wê serdemê de praksis û çalakîyeke ne li gorî ramana xwe pêk tîne. Ji ber ku di wê serdemê de, zimanê jîyanî yê yekem yê zarokên kurdan kurmancî ye û zimanê erebî, wekî zimanê medreseyê û zimanê pestûrîlêkirî û çarneçarkirî ye. Yanî erebî, di warê perwerdehîyê de zimanê serdest e û xwedî îqtidarekê ye. Xanî, wekî helbestkar, alim û ramanwerekî ku behsa tunebûna ‘xwedanê-desthilatê’ dike û doza desthilat û serdestîya kurdan dike, di amadekirina vê ferhengê de bi ramanên xwe re dikeve nakokîyê. Ji ber ku di her şert û helûmercê de; gava kesek ku zimanê wî di pergaleke perwerdehîyê de ne zimanê sereke û serdest be û zimanekî dîtir zimanê zorlêkirî û çarneçarkirî yê xwendin û perwerdehîyê be û ew kes rabe wî zimanê serdest hînî kes û zarokên ku ne aîdî wî zimanê ne bike, ev yek ne li ser ramana ‘xweserîxwazî û desthilatxwazî’ ye. 

Belê, bi “Nûbihara Biçûkan”, zarokên kurdan tenê hînî zimanê erebî bûne. Ev derava hanê, bi me dide nîşan ku Xanî, di warê ziman de û li ser bîrûbawerîya dînî, ji bo perwerdehîya zarokên Kurdan, serwerî û zorlêkirina erebî qebûl dike û loma jî bi amadekirina ferhengeke duzimanî, ger bi awayekî hişmendî ger bi awayekî ‘dilqayîlî’, ji bo ‘hînbûna-hînkirina erebî’, -ku asîmîlasyonê li xwe nake armanc lê di perwerdehîya li medreseyê de zimanê hegemonîk e- rê li ber zarokên kurdan xweş û hêsantir dike.

Xanî, wekî gewreyê sêyem, ramanwerîyeke civakî ya ji bo kurdan danîye û bi hişberîyeke rûniştî û tekûz, alîyên ku ji Cizîrî û Feqî kêm mane, tewaw kiriye. Lê belê, digel vê yekê jî, ramanwerîya wî ya li ser ‘desthilat û xweserîya etnîkî-neteweyî’, hinekî ‘zîzok’2 e ku li ser fikra me, sedema vê yekê; rewşa desthilatî ya sosyo-polîtîk, sosyo-ekonomî û cografî ya kurdan ya wê hingê ye.

 

 

Çavkanî:

 

Hassanpour Hasan (2005) Kürdistan’da Milliyetçilik ve Dil, (Çev. İbrahim Bingöl-Cemil Gündoğan), İstanbul: Avesta Basın Yayın

Jwaideh Wadie (2009) Kürt Milliyetçiliğinin Tarihi Kökenleri ve Gelişimi, (Çev. İsmail Çekem-Alper Duman), İstanbul: İletişim Yayınları

 

1 Mêtingerîya kevnereng: ew awa mêtingerî ye ku berîya serdema kapîtalîzmê û modernîzmê û li ser împaratorîyan û serwerîya dînî li dar e.

 

2 Zîzok: Ji bo wateya vê peyvê, min pêşewirîn bi Zana Farqînî û Omer Dilsoz re kir û paşê biryar da; heya ku têgiheke dîtir di kurmancîyê de were avakirin, min ‘zîzok’ bi wateyên her du peyvên ‘vulnerable-fragile’ yên îngilîzî bi kar anî.

 

 

 

No comments:

Post a Comment

  " Xanî,  bi “Nûbihara Biçûkan”, di warê ziman de û li ser bîrûbawerîya dînî, ji bo perwerdehîya   zarokên kurdan, serwerî û zorlêkiri...